Mal
Azadiya Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan û meşrûyeta PKK'ê mora xwe li konferansa 2 rojî ya jinên DTP'yî | Çap kirin |

Meclîsên Jinên DTP'î, ji bo konferanseke 2 rojî, li Salona Konferansa Navenda Çanda Şaredariya Wêranşarê li hev kom bûn.

 

Hev-seroka DTP'ê Emîne Ayna, parlementer, şaredarên jin û rêveberên Navenda Giştî ya DTP'ê yên jin jî di nav d,e 300 delege tevlî konferansê bûn.

 

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir û daxwaza azadiya Ocalan û meşrûyeta PKK'ê mora xwe lê xist.

 

Hev-seroka DTP'ê Emîne Ayna di konferansê axivî û bal kişand ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK ya ji bo gelê kurd.

 

Emîne Ayna biryara KCK'ê ya dirêjkirina dema bêşerî, wekî îspata israra ji bo aştî û jiyana bi hev re nirxand û got ku Tevgera Azadiya Kurd, felsefeya xwe li ser afirandana mirovê azad û vegerîna civakî ya îdolojîk saz kiriye.

 

Emîne Ayna da zanîn ku heger bi îdolojîk li Tevgera Azadiyê binêrin, wê çaxê divê armanca esasî jî ya wan meşrûyeta PKK û azadiya Ocalan be'.

 

Hev-seroka DTP'ê Emîne Ayna bal kişand ser hewldanên Tevgera Azadiyê ya ji bo azadiya jinan jî û got: 'Her konferansa me, di azadiya jinê de bû qîrînek. Divê em ji encamên konferansan encamên rast derxin. Zîlan, Bêrîtan, Ronahî, Sema, Rehşan, Delîla û şehîdên din rêya me vekir'. 

 

Emîne Ayna bi bîr xist ku PKK'ê di 13'ê nîsanê de ji bo şansek bide hewldanên çareseriya demokratîk biryara bêşerî eşkere kiriye û got: 'Hêzên dewletê rojek piştî vê biryarê êrîşê partiya me kirin û 52 hevalên me yên rêveber jî di nav de, gelek kes girtin, êrîşek heman rengî jî li hemberî KESK'ê pêk anîn û di operayonan de jî bi dehan esker û gerîla mirin'.

 

Emîne Ayna diyar kir ku digel hemî neyiniyan PKK'ê biryara bêşerî heta 15'ê tîrmehê dirêj kiriye û xwest ku operasyon werin rawestandin û ji bo çareseriyê gavên pêwist bên avêtin.

 

Piştî axaftina Ayna, konferansê dest bi nirxandina pêvajoya siyasî kir û dûre jî wê bi nirxandina rapora rêxistinî, mijarên 'Siyaseta Demokratîk û Jin', 'Kongreya DTP'ê û nêzîkatiya jinan' 'pêşniyar-biryar'an dewam bike dûre jî wê hilbijartin pêk bê.

< <<   >> >