| Piştî peyamên Îlker Başbûg, ji Şirnexê nûçeyeke operasyonê | | Çap kirin | |
|
Piştî peyamên tûnd ên Serfermandarê tirk Îlker Başbûg, ji Şirnexê nûçeyeke operasyonê.
Di teqîna li herêma operasyonê çêbû de jî, herî kêm leşkerekî tirk mir û 3 leşkerên tirk birîndar bûn.
Hêzên tirk vê sibê li herêma Besta ya Şirenxê, bi piştgiriya hewayî dest bi operasyoneke berfireh kir.
Tevî leşker û tîmên taybet, gelek cerdevanên gundên herêmê jî tevlî operasyonê bûn.
Li herêma operasyonê teqînek çêbû û di encamê de herî kêm leşkerek mir û 3 leşker jî birîndar bûn.
Rayedarên tirk jî mirine leşkerekî û birîndariya 3 leşkeran piştrast kirin û dan zanîn ku operasyona li herêmê berfireh kiriye.
Di vê navberê de, gelek balafirên şer ên tirk di ser Geverê re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku saet di derdora 11'an de gelek balafirên şer ên tirk, di ser herêma Geverê re derbasî Başûrê Kurdistanê bûne.
Derbarê sedema çûyina balafirên şer ên tirk de tu agahî bi dest neketin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

