Mal
Başbûg peyama gurkirina şer da | Çap kirin |

Serfermadarê tirk Îlker Başbûg bersiveke tûnd da bangên rawestandina operasyonan û peyama gurkirina şer da.

 

Başbûg derbarê pirsgirêka kurd û biryara KCK'ê ya dirêjkirina dema bêşerî de ji rojnameya tirk Hurriyetê re axivî û dîsa behsa şer, tunekirin, kuştin û operasyonan kir.

 

Serfermandarê tirk Îlker Başbûg bi zimanekî tûnd kesên rawestandina operasyonan dixwazin rexne kirin û îdîa kir ku wê biçe operasyona pêk bîne, bibîne û tune bike.

 

Başbûg careke din gotina heta gerîlayek jî bibîne wê operasyonên tunekirinê bimeşînin anî ziman û ji civakê jî xwest ku di têkoşîna li dijî PKK'ê de bi sebir bin.

 

Îlker Başbûg li ser pirseke wekî, 'behsa firsedên dîrokî tê kirin û hewldanên ji bo çareseriya kurd hene, artêş van nîqaşan çawa dibîne jî got: 'Heger difikirin bi gavên aborî, çandî û civakî, wê terorê ji holê rabikin, ev şaşiyeke mezin.

 

Serfermandarê tirk li pirsa derbarê daxuyaniyên Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan de çi difikire jî got ku, ew wî mûxatab nagirin û hewldanên qedandina ji bo terorê dimeşînin.

 

Îlker Başbûg pîvana dostaniya ji bo Tirkiyê jî, dijminahî û têkoşîna li hemberî PKK'ê bi nav kir û ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî û Serok-komarê Iraqê Celal Talabanî  jî xwest ku li hemberî PKK'ê operasyonan pêk bînin û bi vê yekê jî îspat bikin ku ew dostên dewleta tirk kin.

< <<   >> >