| DTP: 'heger we dikarîbû li çiyayan PKK'ê bibînin û biqedînin, we 30 salin çima nekir' | | Çap kirin | |
|
DTP'ê Serfermandarê tirk Îlker Başbûg rexne kir û got ku 'heger we dikarîbû li çiyayan PKK'ê bibînin û biqedînin, we 30 salin çima nekir'.
Endama Meclîsa DTP'ê Cemal Coşkun di kongreya DTP'a navçeya Amed Çinarê de axivî û bersiveke tûnd da Serfermandarê tirk.
Coşkun bi bîr xist ku Başbûg gotiye, ewê PKK'ê li çiyayan bigerin, bibînin û tune bikin û got: ' Heger ev tiştek ewqas rehet bû, we 30 salan çima nekarî'.
Cemal Çoşkun ji Başbûg û dewlet xwest ku dawî li siyaseta 86 salî bînin, wekî pirsgirêkeke ewlekarî li pirsgirêka nenêrin û ji bo çareseriyê jî, biryara bêşerî ya PKK'ê wekî firsedek bibînin û gavên pêwist biavêjin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 
