Mal arrow Nûçe arrow DTP: 'heger we dikarîbû li çiyayan PKK'ê bibînin û biqedînin, we 30 salin çima nekir'
DTP: 'heger we dikarîbû li çiyayan PKK'ê bibînin û biqedînin, we 30 salin çima nekir' | Çap kirin |

DTP'ê  Serfermandarê tirk Îlker Başbûg rexne kir û got ku 'heger we dikarîbû li çiyayan PKK'ê bibînin û biqedînin, we 30 salin çima nekir'.

 

Endama Meclîsa DTP'ê Cemal Coşkun di kongreya DTP'a navçeya Amed Çinarê de axivî û bersiveke tûnd da Serfermandarê tirk.

 

Coşkun bi bîr xist ku Başbûg gotiye, ewê PKK'ê li çiyayan bigerin, bibînin û tune bikin û got: ' Heger ev tiştek ewqas rehet bû, we 30 salan çima nekarî'.

 

Cemal Çoşkun ji Başbûg û dewlet xwest ku dawî li siyaseta 86 salî bînin, wekî pirsgirêkeke ewlekarî li pirsgirêka nenêrin û ji bo çareseriyê jî, biryara bêşerî ya PKK'ê wekî firsedek bibînin û gavên pêwist biavêjin.

< <<   >> >