Mal arrow Nûçe arrow Tayîp Erdogan helwesta bêçareseriyê anî ziman
Tayîp Erdogan helwesta bêçareseriyê anî ziman | Çap kirin |

Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan careke din bêcîdiyetiya li hemberî pirsgirêka kurd nîşan da û dîsa helwesta bêçareseriyê anî ziman.

 

Erdogan banga DTP'ê ya ji bo rawestandina operasyonan, wekî artêşa tirk çekan berde fêm kiriye û bersiva wekî zarokan da.

 

Erdogan got ku hêzên tirk bi tu awayî çekan bernadin, yên çekan berdin jî, PKK û komên din ên çekdar in.

 

Serokê hukumeta AKP'ê Tayîp Erdogan, pirsên wê kengê bi Hev-serokê DTP'ê Ahmet Turk re hevdîtin pêk bîne, bêbersiv hişt.

 

Ev gotinên bê-cidî yên Erdogan jî, rastî reaksiyona DTP'ê hat.

 

Cigirên Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fatma Kûrtûlan bi daxuyaniyeke nivîskî Erdogan rexne kir û banga cidîyetê lê kir.

 

DTP'ê bi bîr xist ku wan jî ewkî gelek rewşenbîr û rêxistinên civaka sivîl, banga rawestandina operasyonan kiriye û got: 'Lê belê Erdogan bi israr vê bangê wekî çekberdana artêşê dinirxîne û pirsgirêkê kûrtir dike.

 

DTP'ê da zanîn ku ev gotin nîşan didin Erdogan daxwazên herî girîng yên derbarê pirsgirêka herî girîng ya welêt fêm nekiriye û ev  jî rewşeke trajîk û xemgîniyê ye.

 

DTP'ê anî ziman ku bi gotinên Erdogan diyar dibe ku, ew ji lêgerîna çareseriya demokratîk dûre û di bin siya gotinên Serfermandar Îlker Başbûg ên doh de axiviye.

 

Cigirên Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrataş û Fatma Kûrtûlan bi bîr xist ku wan ji bo hevdîtinekê rendevû xwestiye, lê belê Erdogan di cihê erênî bersivdayinê de, ji berpirsyariyê direve û naxwaza peyama encama hilbijartinên herêmî fêm bike.

 

DTP'ê ev helwesta DTP'ê wekî bêhurmetiya li hemberî îradeya gel nirxand û got ku, divê bêzanîn daxwaza wan ya rendevûyê jî, bêdem nîne.

 

DTP'ê careke din banga berpirsyarî û cidiyetê li Erdogan û hukumeta wî kir û xwest ku firsedên derketine holê, baş û rast bikarbînin û careke din banga rawestandina operasyonan dikin.

< <<   >> >