Mal
Li Colemêrg Wan û Îzmîrê gerîlatyên HPG'î hatin bîranîn | Çap kirin |

Gelê Kurd xwedî li gerîlayên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane derdikeve.

 

Li  Colemêrg Wan û  Îzmîrê gerîlatyên HPG'î hatin bîranîn.

 

Ji bo fermandarê HPG'ê Alî Îhsan Îke li Geverê serdanên sersaxiyê têne qebûlkirin.

 

Endamên însiyatîfa dayikên aştiyê çûn serdana dayika Naciye Îke  ku bi xwe jî dayika aştiyê ye.

 

Dayikan xwest xwîna diherike bê rawestandin.

 

Li aliyê din ji bo gerîla Aydin Erguder ê di sala 2008an de û birayê wî Ferhat Erguderê  ku di 1997an de jiyana xwe ji dest dan konên sersaxiyê hatin vedan.

 

Di serdanên sersaxiyê yên li navçeyên Colemêrgê Gever û Şemzîranînê de gelek kes tevlê bûn.

 

Di axaftinan de biryara bêçalakiyê ya KCKê hate bibîrxistin û ji hukûmetê hate xwestin ku gavên pratîk biavêje.

 

Li Îzmîrê jî ji bo gerîlayê HPGê Abdurrahman Erkan bi navê kod Koçer Kurdo yê li herêma Garisa ya Dihê jiyana xwe ji dest dabû, mewlud hate dayîn.

 

Di mewludê de ji dewleta Tirk hate xwestin ku ji bo aştiyê gavan biavêje.

 

Li aliyê din ji bo gerilayên HPG'ê Husnu Kipçak û Zeynep Katar jî  li Wanê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

 

Gerilayên ku di sala 2008'an de li bejahiya Agiriyê jiyana xwe ji dest dan li Wanê hatin bîranîn.

 

Parlementerê DTP'ê Ozdal Uçer, Şaredar Bekîr Kaya, rêveberên DTP'ê û TUYAD-DER'ê û însiyatîfa dayîkên aştiyê jî, tevlî bîranînê bûn.

 

Di bîranînê de hate destnîşankirin, tevî ku Biryara bêçalakîbûnê ya KCK'ê jî operasyon dewam dikin

< <<   >> >