| Dewleta tirk ji ber peyva 'Birêz Ocalan' cezayên koma aştiyê 4 salên din dirêj kir | | Çap kirin | |
|
Dewleta tirk îmze avêt bin skandaleke din û ji ber peyva 'Birêz Ocalan' cezayên koma aştiyê 4 salên din dirêj kir.
Cezayê endamên Koma Aştiyê Haci Çelîk û Haydar Ergul, ji aliyê 11 û 13 emîn dadgehên Cezayê yên Stenbolê ve 4 salên hate dirêj kirin.
Bahane jî, "ji ber ku çalakiya greva birçîbûnê li dar xistine" û "peyva Birêz Ocalan, bikar anîne" hat nîşan dan.
Bi armanca destekê bidin pêvajoya aştiyê ya PKK'ê, Ergul û Çelîk 1'ê Cotmeha 1999'an çûbûn Tirkiyê û 15 sal cezayê giran ê girtîgehê li wan hatibû birîn.
Ergul û Çelîk yên ku divabû piştî çend mehan bihatana berdan, ji ber cezayên din ên li wan hatin birîn, dema azadiya wan heta 2013'an hat dirêjkirin.
Endamê Koma Aştiyê Haci Çelîk yê li Girtîgeha Kandira Tîpa F dimîne, bang li raya giştî ya demokratîk kir da ku li dijî biryarê bê deng nemîne.
Çelîk weha got, "Li vê dema ku çareseriya pirsigirêka Kurd tê nîqaşkirin, ev cezayê li me hatiye birîn manîdar û bêwîjdanî ye." |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

