| RTUK îmze avêt bin skandelekê | | Çap kirin | |
|
Desteya Bilind a Radyo û Televzîyonan ya tirk RTUK îmze avêt bin skandelekê.
RTUK ji ber nûçeyeke ROJ TV'ê, 180 hezar tl cezayê pereyan da televîzyona herêmî ya Amedê Gun TV'ê.
Gerînendeyê Giştî yê GUN TV'ê Dîren Keser biryara RTUK'ê wekî skandelek nirxand û got ku ji ber biryarê ew şoq bûne.
Dîren Kesek da zanîn ku tu eleqeya Gun Tv'ê bi nûçeya rê li ber sedema cezayê vekiriye nîne û got: 'Nûçeya behs kirî, ne Gun TV'ê, ROJ Tv'ê di 4'ê kanûna 2008'an de weşandiye'.
Gerînendeyê Giştî yê GUN TV'ê Dîren Keser anî ziman ku digel wan belgeyên pêwist nîşan dane û îspat kirine ku wan nûçeya behskirî nedaye, lê belê dîsa jî RTUK 180 hezar ceza daye wan.
Keser diyar kir ku ewê li hemberî biryara RTUK'ê serî li Dadgeha Îdarî bidin.
ROJ TV'ê di 4'ê kanûna 2008'an de nûçeya merasima veşartina gerîlayên HPG'ê Kamûran Fettah û Hudafan Sulyeman Pûr weşandibû û RTUK'ê jî bi îdîaya ev nûçe weşandiya, ji GUN TV'ê parastin xwestibû. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

