Mal arrow Perspektîf arrow Ocalan wê ji bo çaresariya demokratîk nexşeya rê ya aştiyê bide dewleta tirk
Ocalan wê ji bo çaresariya demokratîk nexşeya rê ya aştiyê bide dewleta tirk | Çap kirin |
ocalan62Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, wê ji bo çaresariya demokratîk, nexşeya rê ya aştiyê amade bike û bide dewleta tirk.

Ocalan nîqaşên derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de wekî pêşketineke erenî nirxand û got ku, xuyaye Serok-komar û Serokwezîr jî êdî hin tiştan dibînin.

Ocalan bi bîr xist ku Destûra Bingehîn a tirk ya sala 1921'an, ji bo kurdan 'xweserî' şert digirt û got: 'Ezê vê Destûrê esas bigirim. Ji bo çareseriya demokratîk, raporek, bi gotina din, nexşeya rê ya çareseriya demokratîk amade bikin û pêşkeşî dewletê bikim'.

 

Ocalan da zanîn ku wê heta dawiya tîrmehê nêrîn û pêşniyarên gel û derdorên demokratîk bigire û dûre jî, heta dawiya tebaxê, pêşniyara xwe ya ji bo çareseriya demokratîk, bi raporekê eşkere bike. 

 

Ocalan, komkujiya gundê Zankirtê, encama zîhniyet û çanda Ergenekonê nirxand û got: 'Cerdevan bêferman nikarin mirîşkekê jî bikujin. Yên ev bûyer pêk anîn xwestine vê biavêjin milê PKK'ê. Jixwe mûxtarê berê, beriya ku bimire jî, nasnameya kesên pêk aniye, gotiye. Ev bûyer bi namûs û toreyan nayê eşkerekirin. Ev komkujiyeke plankirî û encama çand û zîhniyeta Ergenekonê ye'.

 

Ocalan li hemberî bûyer û lîstikên bi vî rengî banga hestiyariyê li hemî derdoran kir û got: 'Ji niha û pê ve jî, tiştek wisa dikarin pêk bên. Ev rêbaza Ergenekonê ye. Bûyera Amed û Gongorenê hene. Ji bo tiştên wisa hertim dikarin 2 kesên cahîl bibînin û bi wan bidin kirin. Lewma divê  herkes li hemberî tiştên wisa bi hişyar bin'.

 

Ocalan Ergenekon şiband wekî dewama zîhniyeta Îttîhat û Terrakî û got: 'Ji wê demê û pê ve hene. Armanceke wan heye, ew jî desthilatdariye. Di dema osmaniyan de, sermayeya hindikahiyan ya ji cihû, ermenî, rûm, kurd û ereban pêk hat, hebû. Ev li ser aboriya osmanîyan serdest bûn. Her çiqas ev ne tirk bûn jî, tirkîtî dikirin û bûrjûwaya tirk ya ne tirk afirandin'.

 

Ocalan bi bîr xist ku yên îtîhat û terrakî avakirine 2 kurd, arnavûtek û erebeke û got: 'Balkêş e, her çar jî ne tirk in. Lê belê îdolojiya tirkîtî afirandin. Tu eleqeya wan bi tirkitî nîne. Almanan jî ev rêbaz ceribandin û Hîtler derxist holê. Ev zîhniyetê dawî li Osmaniyê anî, ermenî û rûm qedandin, niha jî dixwaze 'kurdan' biqedîne'.

 

Ocalan anî ziman ku her çiqas tekel sermayeyê kontrol dikin jî, lê belê Ergenekon 2 qat ji wan zêdetir sermaye û civakê kontrol dikin û got: 'Ji artêşê heta, çapemenî, ji partiyan heta civakê, gelek deverê kontrol dikin. Ev hê jî, hin malbatên kurd, bi riya sermaye û tarîkatan kontrol dikin. Hin malbatên kurd kirine tirk û hin jî bi riya tarîkatan kontrol dikin. Li Amed, Bîdlîs û Rihayê hin malbat kurd in, lê belê îro ji tirkan zêdetir tirkîtî dikin û bandor li encama hilbijartinan jî dikin. Encama hilbijartina Xelfetî jî, bi destê wan hate guhertin'.

 

Ocalan bi bîr xist ku Abdulkadîr Aygan gotiye ji sedî 90'ê kesên bûyêrên kuştinên kiryarên wan nediyar pêk anîne, hê li ser kar in û got: 'Rast dibêje. Aygan wan nas dike. Ev kes niha jî dikarin provakasiyonan pêk bînin. Ew niha hê di bin kontrola artêşê de ne. Ji serfermandarên berê Huseyîn Kivrikoglu û Îsmaîl Hakki Karadayi jî van lîstikan dizanin, xwe li derveyê Ergenekonê digirin. Hêz û bandora wan heye. Serfermandarê nû jî, Kivrikoglu û Karadayi digire kêleke xwe û dixwaze peyama ew li derveyê Ergenekonê ne dide'.

 

Ocalan bal kişand ser hewldanên bi destxistina PKK'ê û xerakina çanda PKK'ê û got: 'Hin kes bi taybetî şandin nav PKK'ê.

 

Hewl dan bi destê wan PKK'ê bi dest bixin û çanda PKK'ê xera bikin. Piştî ku nêrîn nikarin vê bikin jî, berê xwe dan min'.

 

Ocalan girîngiya şaredariyên demokratîk anî ziman û got: 'Bi destxistina şaredariya Wanê gelek baş bû. Bila şaredarî di xebatên xwe de, şaredariyên demokraîtk esas bigirin û  pêşengiya şaredariyên demokratîk bikin. Dikarin ji parêznameyên min jî, sûdê werbigirin. Li hemberî tekelcîtiyê, şaredariya gel esas bigirin û gel jî tevlî xebatan bikin.

 

Ocalan, terora binçavkirin û girtina li dijî DTP'ê jî, wekî pêkanîneke dozgerên Ergenekonî bi nav kir û got: 'Baskeke dewletê operasyona li hemberî DTP'ê erê kir. Ev operasyoneke Ergenekonê ye. Dozgerên Ergenekonî yên Amedê, bi operasyona li dijî DTP'ê bersiv peyam dan dozgerên dij-Ergenekonî yên li Stenbolê.

 

Ocalan ji ber ku cezayê îdamê careke din hate rojevê, mînakeke balkêş da û got: 'Hêzên dewletê, beriya Şêx Saît biçe, Amed talan dikin. Ji ber vê talanê gelê Amedê, piştgiriya ji bo Şêx Saît dibire. Bi komkujiya Şemrexê jî, xwestin ku piştgiriya gel ya ji bo PKK'ê bibirin. Dîsa balkêş e. Roja bûyera Şêx Saît jî û girtina min jî, 15 sibat in. Dîroka cezayê îdamê min û yê Şêx Saît jî, 29 hezîranê ye. Ev jî nîşan dide ku cezayê îdamê ya li hemberî min jî, dewama heman zîhniyetê ye'.