Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Serokatiya Kongra-Gel Cejna Vejînê 15'ê tebaxê pîroz kir. | Çap kirin |

 Serokatiya Kongra-Gel Cejna Vejînê 15'ê tebaxê pîroz kir û ji welatên serdest xwest ku dev ji dijberiya kurdan berdin.

Kongra-Gel bi wesîleya 24'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê peyameke pîrozbahiyê weşand û da zanîn ku pêngava 15'ê tebaxê di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurd de, rûpeleke nû ya bi rûmet vekiriye.


Serokatiya Kongra-Gel diyar kir ku, ew Cejna Vejînê, di serî de ya afirînerê Tevgera Azadiya Kurd Rêber APO, hemû girtiyên azadî, gerîlayên kurd, hemû mîlîtanên Tevgera Azadiyê û gelê kurd pîroz dikin.

Kongra-Gel anî ziman ku pêngava 15'ê tebaxê, ji bo gelê kurd rihê azadî, helwesta jiyana azad, coş û morale û ji sala 1984'an û pê ve jî, her tim bi nûbûnê mezin dibe.

Serokatiya Kongra-Gel destnîşan kir ku, dijminên gelê kurd jî, li hemberî Tevgera Azadiyê vala nesekinîne û wiha dewam kir: 'Dijmên gelê kurd, wekî dewama Komploya Navnetewî, hewldana bi jahrdayinê ji holê rakirina Rêber APO, lêgerînên çareseriya bêOcalan û PKK û konsepta tunekirinê hertim dewam kirine. Dijmên gelê kurd, di vê pêvajoyê de, pêkanînên li hemberî Rêber APO, zêde kirine. Rêber APO, Tevgera Azadiyê û Gelê kurd kirine hedef. Lê belê me wekî Tevger û gel, bi pêngava Êdî Bes e bersiva pêwist da û hewldanên wê pûç derxistin. Ji ber vê yekê, dijminên gelê kurd, li hundur û derve dest bi operasyonên tunekirin ên pir-alî kirine'.

Serokatiya Kongra-Gel bal kişand ser hevkariya dij-kurdan ya dewletên serdest jî got: 'Di dema ku em 24'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê pêşwazî dikin de, li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka Kerkuk û herêmên hê bi Herêma Federal re nehatine girêdan hene. Li Bakur, Rojhilat û Başûr-Rojavayê têkoşîna azadiyê bi mezinbûnê dewam dike. Ji bo destketiyên li Başûr têk bibin û têkoşînên li parçeyên din, tasfiyekirinê, TIrkiye, Îran û Suriye hevkariyê dikin. Di demên dawî de, hin beşên hukumeta Baxda û hin derdorên şoven ên Iraqê jî tevlî vê hevkariyê bûne'.

Kongra-Gel bi bîr xist ku li gel nîqaş, hewldan û bangên aştiyê yên sala derbasbûyî, artêşa tirk operasyonên xwe bênavber dewam kirine û wiha dewam kir: 'Artêşa tirk êrîşên xwe tenê bi Bakur sînor nekirin. Ji bejayî û hewayê êrîşê Herêmên Parastina Medyayê kir. Me, bi berxwedanên Gabar, Oremar, Zap û bi serhildanên gel, bersiveke bi bandor da û êrîş vala derxistin. Lê gotinên hukumet û artêşa tirk û kirinên wan nîşan didin ku, wê rojên pêş bibin rojên hesab-pirsîna dijwar'.

Serokatiya Kongra-Gel ji dawî li êrîş, operasyon û cezayên îdamê bîne, bang li rêveberiya Îranê jî kir û ji gelê Rojhilatê Kurdistanî jî, xwest ku bi riyê pêngava 15'ê tebaxê, agirê azadiyê xurt bikin.

Kongra-Gel bal kişand ser zextên rêveberiya Suriyê jî û anî ziman ku, dewleta Suriyê polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê zêde kirine û di vê çarçoveyê de jî, ereban li herêma kurd bi cih dike û bi vî rengî jî dixwaze rewşa demografîk a Kurdistanê biguherîne.

Serokatiya Kongra-Gel destnîşan kir ku, ev hemî êrîş, zext û pêkanînên dewletên Tirkiye, Îran û Suriyê nîşan didin, konsepta tunekirina Tevgera Azadiya Kurd dewam dikin û ji gelê kurd jî xwest ku bi biryarbûna 15'ê tebaxê, bi cesaret û bi rêbaza berxwedanê ya Şehîd Egît û bi rihê seferberî pêngava Êdî Bes e, xurt bike.

< <<   >> >