| Biryargeha Navendî ya HPG'ê û YJA-STAR Cejna Vejînê pîroz kir. | | Çap kirin | |
Biryargeha Navendî ya HPG'ê û YJA-STAR Cejna Vejînê pîroz kir û da zanîn ku wê pêkanînên serdestan, li hemberî rihê fermandarê nemir Egît, têk biçin.Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-STAR'ê jî, ji ber 24'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê peyameke pîrozbahiyê weşand. Fermandariya Giştî ya HPG'ê, di şexsê fermandarê nemir yê pêngava 15'ê tebaxê Egît, afirînerê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan de, cejna vejînê ya gelê kurd pîroz kir. HPG'ê da zanîn ku fermandarê leheng Egît bi pêşengî û pêngava 15'ê tebaxê rihê Apoyî û felsefeya azadî nîşan daye û biryarbûna wê ji jiyana azad tu tawizan nede, îfade kiriye. Biryargeha Navendî bal kişand pêvajoya pêngava 15'ê tebaxê pêk hatibû û wiha dewam kir: 'Fermandarê me yê nemir Egît û hevalên me, di dema ku rêveberiya 12'ê îlonê bi pêkanînên dij-mirovahî hewl da mirov ji mirovahiya xwe dûr bixe û îradeya mirov têk biçe, berxwendan û jiyana azad nîşan hemî cîhanê da û rêya azadî û jiyana azad nîşanê gelê kurd da'. Fermandariya Giştî ya HPG'ê bal kişand ser rewşa şagirtên fermandar nemir Egît û got: 'Bila dost û dijmin herkes baş bizanibe ku, gerîlayên HPG'ê ku li ser mîrasa fermandarê me yê mezin û berxwedana şehîdan xwe rêxistin kiriye, ji herdemî zêdetir biryar û xwedî baweriyeke xurt in'. Biryargeha Navendî ya HPG'ê bal kişand ser wateya îroyin ya 15'ê tebaxê jî û got: 'Wateya îro ya 15'ê tebaxê, xurtkirina têkoşînê, biryarbûn e. Wateya nûkirina 15'ê tebaxê, qebûlnekirina jiyana bê Rêber APO û pûçderxistina êrîşan e'. HPG, bi wesîleya 24'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê, fermandarê nemir û pêşengê Pêngava 15'ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz bi navê din Egît, bi bîr anî û got: 'HPG îfadeya rihê nûbûna pêngava 15'ê tebaxê ye. HGP mîrasvana ARGK û berhema hevalê Egît e. Û wê HPG li gorî vê rihê bijî û şer bike û hemî pêkanînên serdestan û polîtîkayên wan wê li hemberî vê rehê Egîtî têk biçin'.Biryargeha Navendî ya YJA-STAR'ê jî, 24'mîn pêngava 15'ê tebaxê pîroz kir û fermandarê nemir Mahsûm Korkmaz bi navê din Egît bi bîr anî. Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-STAR'ê jî, ji ber 24'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê peyameke pîrozbahiyê weşand. YJA-STAR bal kişand ser wateya dîrokî ya pêngava 15'ê tebaxê û anî ziman ku, 15'ê tebaxê di dîroka têkoşîna azadiya kurd de, mîlatek û navê hewldana jiyana azad e. Biryargeha navendî ya YJA-STAR'ê cejna vejînê ya Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan û gelê kurd pîroz kir û banga xurtkirina têkoşînê li kurdistaniyan kir. YJA-STAR ji hemû kurdistaniyan xwest ku pêngava 15'ê tebaxê li hemû deveran bi çalakiyan pîroz bikin û bajêr û kolanan jî, bi rengên kurdistanî bixemilînin. Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-STAR'ê anî ziman ku ewê jî wekî gerîlayên YJA-STAR bi rihê pêngava 15'ê tebaxê û rêbaza Egît tevbigerin û têkoşîna azadiyê bigihînin serkeftinê. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 
Biryargeha Navendî ya HPG'ê û YJA-STAR Cejna Vejînê pîroz kir û da zanîn ku wê pêkanînên serdestan, li hemberî rihê fermandarê nemir Egît, têk biçin.