| Heyecana 24'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê zêde bû. | | Çap kirin | |
Ji bo 24'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê 2 roj man, coş û heyecana wê zêde dibeLi Amed, Gever û Mexmûrê bi sedan kesan bi çalakiyan 15'ê tebaxê pîroz kirin û banga pêkanîna çalakiyan kirin û li Lîce û Sêrtê jî, şahîyên DTP'ê vegeriyan pîrozbahiya 15'ê tebaxê.. Ciwanên doh êvarê li Amed û Geverê li hev kom bûn, 24'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê bi meşan pîroz kirin. Meşa li Amedê, bi beşdariya gelek ciwanan, li taxa Hasirliyê pêk hat. Ciwanên li taxa Hasirliyê meşa bi meşale pêk anîn, posterên Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan û alên KCK'ê jî vekirin. Çalakgeran bi siloganên 'Bijî Serok APO', 'Dîsa dîsa serhildan, serokê me Ocalan' û 'Bi can bi xwîn em bi te re ne Ey Serok' dilsoziya xwe ya bi Ocalan re anîn ziman û ji hemû kurdistaniyan xwestin ku, cejna vejînê bi çalakiyan pîroz bikin. Meşeke din a ji bo heman armancê jî, li navçeya Colemerg Geverê pêk hat. Komek ciwanên li kêleka Şaxê Eskerî yê li taxa Qişlayê li hev kom bûn, bi qîrîna siloganên 'Bijî 15'ê tebaxê' û 'Bijî Serok APO' dest bi meşê kirin. Ciwanên ji hemû ciwanên kurd xwestin bi çalakiyan 15'ê tebaxê pîroz bikin, li ser mudaxeleyê jî bi hêzên tirk re şer kirin. Ciwan piştî şerê li taxa Qişlayê demeke din li taxên Orman, Yenî, Esentepe, Cumhuriyet,Gongor û Esenyurtê hatin cem hev û bi xwe pêşandanan 15'ê tebaxê pîroz kirin. Li Wargeha Penaberên Mexmûrê jî, bi sedan kesan bi meşekî Cejna Vejînê 15'ê tebaxê pîroz kirin û ji hemû kurdistaniyan xwestin ku, çalakiyên 15'ê tebaxê pîroz bikin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 
Ji bo 24'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê 2 roj man, coş û heyecana wê zêde dibe