Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
HPG li Erzinganê leşkerên peyabilin kuştin. | Çap kirin |
Hêzên Parastina Gel HPG'ê diyar kir ku, bi çalakiya Erzînganê, kordînatorê operasyonê yarbay Mîktad Şamdanci hedef girtine.

Navenda çapemeniya HPG'ê bi daxuyaniyekê derbarê çalakiya Erzîngan, operasyon û şeran de agahî da.

HPG'ê diyar kir ku gerîlayan bi çalakiya di 11'ê tebaxê ya li bejahiya navçeya Erzîngan Kemahê de, kordînatorê operasyona herêmê hedef girtiye.

Di encama çalakiyê de jî, kordîneyê operasyonên herêmê yarbay Mîktad Şamdanci û 2 çawisên pispor jî di nav de, 10 leşkerên tirk mirine û sûbayek û 9 leşker jî birîndar bûne.

Navenda çapemeniya HPG'ê anî ziman ku operasyona piştî çalakiyê dest pê kiribû jî hê dewam dike.

Li aliyê din, Hêzên Parastina Gel HPG'ê li Gever û Şemzînanê 6 leşkerên tirk kuştin.

Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku, gerîlayan di 11'ê tebaxê de li herêmên Şemzînan Gomamn, Zerzan, Gare û Gelîşîmê hêzên tirk xistine kemînê.

Di encama kemînan de jî, 5 leşkerên tirk mirine û 4 leşker jî birîndar bûne.

HPG'ê da zanîn ku gerîlayan pêr jî li hemberî qereqola Şitaza ya Geverê çalakiyek pêk anîne û di encamê de herî kêm leşkerekî tirk miriye.

< <<   >> >