Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Ocalan ji êrîşên Gongorenê hêzên dixwazin kurd û tirkan bixin qirika hev, berpirsyar girtin. | Çap kirin |
 Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan ji êrîşên Gongorenê hêzên dixwazin kurd û tirkan bixin qirika hev, berpirsyar girtin.
Ocalan da zanîn ku dewleta alman, êrîşkarên Gongorenê nas dike, ji bo pêşiya lîstikê girtin û çareseriya pirsgirêka kurd jî, ji Serokwezîrê tirk xwest, bikeve nava hewldanan.

Ocalan piştî 2 hefteyan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî û derbarê êrîşên Gongoron, Pirsgirêka Kurd û Îdîanameya Ergenekonê de dîtinên xwe anîn ziman.

Ocalan bal kişande ser lîstikên li hemberî gelê kurd û tirk û got ku, hêzên êrîşên Gongorenê pêk anîn, dixwazin şerê kurd û tirk kûrtir bikin.

Ocalan, bi bîr xist ku Îstixbarata Almanya gotiye ev çalakî naşibe yê PKK'ê û got: 'Îstixbarata Alman êrîşkarên Gongorenê nas dike. Ew bi xwe baş dizanin ku li pey êrîşên Gongorenê kî hene. Almanan gelek kes û alî bi xwe ve girê dane. Gelek kes bikaranîn û îro ev bûne bela serê wan'.

Ocalan, li hemberî lîstikan ji rêveberiya tirk xwest ku bi hişyarî tevbigerin û got: 'Bang li Birêz Erdogan dikim. Di salên berê de, ji serokwezîrên berê Birêz Turgut Ozal û Necmettîn Erbakan hewl dan ku bi min re bikevin nava têkiliyan. Bi riya Hafiz Esad jî, hin hewldanên çareseriyê hebûn. Heger Erdogan bixwaze, çareserî mumkun e'.

Ocalan bi bîr xist ku şer û bêçareserî her ku diçe pirsgirêk kûrtir dike û careke din daxwaza çareseriya demokratîk anî ziman û ji Serokwezîrê tirk Erdogan xwest ku, ji bo çareseriyê bikeve nava hewldanan.

Ocalan, derbarê Îdîanmeya Ergenekonê de jî axivî û got ku, hin derdor dixwazin dijberiya li hemberî Ergenekonê, vegerînin dijberiya li hemberî wî û PKK'ê.

Ocalan xwest ku dîtinên wî yên derbarê vê mijarê de bigihêjin raya giştî û got: 'Min hê îdîaname nedîtiye. Beşên derbarê min de jî hene. Ji vir bersivê didim. Dijberiyeke li hemberî Ergenekonê heye. Niha dixwazin heman dijberiyê vegerînin li hemberî min û PKK'.

Ocalan bi bîr xist ku derbarê hewldana jehrdayina serfermandarê berê Dogan Gureş de, dozgerê leşkerî çûye bi wî re axiviye û got: 'Heger dozgerê Ergenekonê bixwaze, dikare were vir, ezê karibim dîtinên xwe ragihînim wî. Gelek tiştên ku heta niha avêtine ser milê PKK'ê hene. Divê derbarê vê mijarê de dîtinên min bigirin. Ji sala 1978'an û pê ve, heta ji 76 û pê ve hewldanên ketine nava PKK'ê hebûn. Gelek caran bi ser min de hatin. Kesên wekî Şahîn Balîç û Şahîn Donmez hebûn. Vê pêvajoyê, bi wan dest pê kir. Rêxistina li Dîlokê Hakî Karer kuşt, rêxistina Kawa û KUK, hewldan min jî bikujin. Lê bi ser nekevin. Mehmet Eymur bi xwe jî got, ji bo karibin min bikujin, tunel jî kolane'.

Ocalan da zanîn ku Ergenekon di sala 1980'î de ketiye bin kontrola NATO û got: 'Tiştên îro behsa wan dibe, hemî di bin kontrola NATO de pêk hatin. Min piraniya van, di hevdîtinên vêderê de gotine. Gladîo ya li Îtalyayê hate tasfiyekirin. Rêxistineke wekê Ergenekon niha li Yewnanistanê heye. Di vê ku ev yek, baş werin dîtin. Min di parêznameyên xwe de, ev mijar vekirine. Ji ber vê, parêznameyên min, ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo Ewropayê jî girîng in'.

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, bal kişande ser hewldanên hêzên navnetewî yên li hemberî Tevgera Azadiya Kurd û got: 'Serokdewletê Suriyê Beşar Esad digere. Diçe gelek deveran. Emerîka li Rojhilata Navîn, polîtîkaya kovboyan dimeşîne. Ji bo kurdan bigirin bin kontrolê YNK û PDK bikaranîn. Piştgirî dan wan, çawa dîtin ku ew nekarîn min bigirin bin kontrolê, dest bi hewldana tasfiyê kirin. Niha jî, li Tirkiyê, ji malbata Şêx Saît hin kesan bikartînin. HAK-PAR, ji bo vê armancê ava kirin. Rewşa malbata Bûcak tê zanîn. Ev malbat kirin 2 parçe. Beşeke wê xwe spartiya Îstixbarata Almanya. Rewşa Sertaç Bûcak ji xwe tê zanîn. Beşeke din ya vê malbatê, li Tirkiyê ma û xwe spartiye dewletê. Sedat Bûcak tevlî bûyera Sûsûrlûk jî bû. Bi hezaran koruciyên girêdayî wî hene. Ev rûniştine û pereyan dixwin.

Ocalan bi bîr xist ku bi tirîlyonan pere ji bo koruciyan tê xerc kirin û got. 'Li Tirkiyê bi sed hezaran cerdevan hene. Ev rûniştina pereyan dixwin. Butçeya ji bo van tê veqetandin, tê zanîn û divê ev rewş were dîtin'.

Ocalan li ser rewşa jinan jî axivî û got: 'Ji pirsgirêkan rizgar bûyin, rehet e. Ez hertim dibêjim, xwe şewitandin, ji azadbûyinê re rehetir e. Min derbarê vê mijarê de bi dehan pirtûk nivîsîne. Min hertim hewl da jinan fêm bikim. Di vê mijarê de bi israr im jî. Ji bo mêran jî dibêjim. Divê zilamê bi namûs, heger bi rastî bi namûs û rûmet be, divê hewl bide jinê fêm bike. BIla guh bidê wê û wê guhdarî bike'.

Ocalan bal kişande ser kesên ji PKK'ê reviyane û got: 'Bi dehan salan têkoşîn kirin. Dûre eciz dibin û diçin cem kesê dewlemend. Vê yekê jî, li ser navê evîniyê dikin. Ev demeke ez ji gotina 'evîn'ê re bersivek digerim. Bersiva min dîtiye ev e: 'evîn' wateya wê îxanet e. Ew dibêjin qey evîniyê dijîn. Lê belê ew xwe dixapînin. Jiyana evîna rastîn wisa ne rehet e. Ez li pey kesên ji xwe re kesekî dewlemend dibînin û direvin dikenim'.

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan derbarê rewşa parêznameya xwe de jî axivî û got: 'Min beşeke parêznameyê qedand. Lê belê hê 2 beş mane. Niha li ser beşa Kurdistan-Rojhilata Navîn û Pirsgirêka Kurd dixebitim. Ezê van beşan jî binivîsim. Pirsgirêka kurd bi salane nayê çareserkirin. Tiştên bibêjim hene û ezê van binivîsim'.

Ocalan careke din dijberiya xwe ya li dijî xwe şewitandinê anî ziman û got: 'Ligel dîtinên min tên zanîn, bûyerên xwe-şewitandinê çêdibin. Azadî û ji bo azadî têkoşîn dayin, ji xwe tunekirina fîzîkî baştir in'.

Ocalan bi bîr xist ku, ji girtîgehan bi dehan name girtine û hemû girtiyên ji wî re name şandine silav kirin û ji wan xwest ku xebatên xwe fikrî bidomînin.

< <<   >> >