| HPG xeta petrolê ya Baku-Tîflîs-Ceyhanê çalakî lidar xist. | | Çap kirin | |
|
Çalakiya li hemberî xeta petrolê ya Baku-Tîflîs-Ceyhanê, gerîlayên HPG'ê pêk anîye.
Di xeta Petrolê ya Baku, Tîflîs, Ceyhanê de, ya li nêzî navçeya Erzîngan Gêrcanişê doh bi şev teqîneke mezin pêk hat. Ji ber teqînê, 3 termînalên bi hejmara 29, 30 û 31 bi temamî texrîb bûn û bi tonan petrol şewitî. Şewata ku derket jî hê jî dewam dike. Navenda çapemeniya HPG'ê jî bi daxuyaniyek diyar kir ku, teqîn di encama çalakiyeke wan de pêk hatiye. HPG'ê jî da zanîn ku ji ber çalakiya wan, di xeta petrolê de zirarê mezin çêbûye û agahiyên berfireh jî, ewê paşê ragihînin raya giştî. Gerîlayên HPG'ê leşkerên tirk li bejahiya Pîranê xistin kemînê, leşkerek mir û operasyona li Dersimê jî dewam dike. Navenda çapemeniya HPG'ê derbarê çalakî, şer û operasyonan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG' diyar kir ku, hêzên tirk ên doh li bejahiya navçeya Amed Pîranê derketibûn operasyonê, li nêzî gundê Arsekê xistine kemînê. Di encama kemînê de jî, leşkerekî tirk hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku artêşa tirk li bejahiya navçeya Şirnex Elkê dest bi amadekariya operasyoneke berfireh kiriye. HPG'ê anî ziman ku, komên kontra yên artêşa tirk li herêmên Agirî yên wekî Kup, Kizilesor û Kirehallaçê, xwe wekî gerîla nîşan didin û ji gelê herêmê xwest ku bi baldar û hestiyar tevbigerin. Li aliyê din, hêzn tirk li Bîtlîsê jî, herêmên daristanî dan ber agir. Navenda çapemeniya HPG'ê destnîşan kir ku hêzên tirk li herêmên Bîtlîs ên wekî Oleka jêrîn û jorîn û gundê Tuyê daristan şewitandine û şewatên derketine jî hê dewam dikin. Di vê navberê de, operasyona artêşa tirk ya li bejahiya navçeya Dersim Pulumurê jî dewam dike. Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku operasyonê doh serê sibê dest pê kiriye û li herêmên wekî Rabat, Kutudere, Çiyayê Zel, Dokuzkayalar û Demenanê tê meşandin. Li gorî agahiyan helîkopterên kobra hin herêman bombe dikin û artêş ji bajarên nêz jî, hêzên taybet dişîne herêmê. Çavkaniyên herêmî anîn ziman ku, ji ber operasyonê li herêmê şerên dijwar rûdane, lê belê derbarê encamê de tu agahî bi dest neketin. Şewatên ji ber bombebaran helîkopteran rû dane jî, dewam dikin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 