| Trafîka hevdîtinan ya di navbera Tirkiye, Îran û Suriyê de jî kete qonaxeke nû. | | Çap kirin | |
|
Serokdewletê Suriyê Beşar Esad çû Tirkiyê û trafîka hevdîtinan ya di navbera Tirkiye, Îran û Suriyê de jî kete qonaxeke nû.
Bi zêdebûna hevdîtinên di navbera rayedarên Tirkiye, Îran û Suriyê de, êrîşên li dijî kurdan zêde dibin. Serokdewletê Suriyê Beşar Esad, piştî Îranê, çû Tirkiyê û ji aliyê Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan ve hate pêşwazî kirin û di 14'ê tîrmehê de jî, Serok-komarê Îranê Mahmûd Ahmedînecad biçe Tirkiyê. Hevdîtinên di navbera rayedarên Îran, Tirkiye û Suriyê de zêde dibin û bi zêdebûna hevdîtinan êrîşê li dijî kurdan yên li hundur û derve jî zêde dibin. Serokdewletê Suriyê Beşar Esad piştî serdana fermî ya Îranê, bi îdîaya tatîlê çû herêma tûrîstîk ya Tirkiye Bodrûmê. Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan jî bi balafira taybet ya serokwezîrtiyê çû Bodrûmê û Esad pêşwazî kir. Erdogan û Esad piştî merasima pêşwazîkirinê û xwarina nîvro, li Otela Rixos dest bi hevdîtinê kirin. Derbarê naveroka hevdîtinê de tu agahiyên fermî nehatin dayin, lê belê çavkaniyên dîplomatîk dan zanîn ku di hevdîtinê de hevkariya li dijî Tevgera Azadiya Kurd, têkiliyên du-alî, rewşa Kerkuk, Iraq, Lubnan, Filîstîn û hevdîtinên aştî yên Suriye û Îsraîlê hatine nirxandin. Li gorî heman çavkaniyan Esad, derbarê hevdîtinên xwe yên li Tehranê de, Erdogan agahdar kiriye û careke din daxwaza xurtkirina hevkariya li dijî Tevgera Azadiya Kurd aniye ziman. Çavkaniyên nêzî hevdîtinê dibêjin ku, Erdogan û Esad rewşa Kerkukê jî nirxandine û ji bo Kerkuk bi herêma Kurdistanê re neyê girêdan jî, biryara hevkariyê girtine. Li aliyê din, di 14'ê tebaxê de jî, wê Serok-komarê Îranê Mahmûd Ahmedînecad li ser daweta Serok-komarê tirk Abdullah Gul biçe Tirkiyê. Ji ber ku naxwaze biçe serdana gorê Mustafa Kemal Ataturk jî, wê Ahmedînecad biçe Stenboê û li wir hevdîtinan pêk bîne. Mijarên sereke ya hevdîtinên Ahmedînecad û Gul jî, hevkariya têkoşîna li dijî Tevgera Azadiya Kurd, têkiliyên du-alî û dosyaya nukler ya Îranê ne. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
