Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Derewên çapemeniya tirk derket holê | Çap kirin |
Gerînendeyê Rojnameya Tarafê nivîskar Ahmet Altan jî di nivîsa xwe ya îro de, gumanên xwe yên derbarê êrîşên Gongorenê de anîn ziman.

Altan bal kişand ser îdîayên hukumeta AKP'ê, rojnameya Hurriyet û çapemeniyê, Huseyîn Turelî wekî bombekarê Gongorenê nîşan didin û bi bîr xist ku, Turelî bi îdîaya endamtiya rêxistineke îlegal hatiye girtin.

Ahmet Altan dibêje ku ew guman dike, Huseyîn Turelî ev êrîş pêk anîbe û ew difikire ku hukumet û çapemenî bi hevkariyê bombekarên esasî diparêze.

Ahmet Altan ji hukumet û rojnameya Hurriyetê xwest ku belge û delîlên di destên xwe de eşkere bikin û gel jî derbarê mijarê de ronî bibe.

Altan bi bîr xist ku Rêxistina Îstixbarata Almanya jî gotiye, êrîş naşibe yê PKK'ê û gotiye, heger rêxistineke îstixbarata welatekî din, radibe tiştek wisa dibêje, divê mirov hinek bifikire.

Dozgerê tirk jî, Wezîrê Karên Hundur yê tirk Beşîr Atalay û çapemeniya tirk derew derxist.

Dozgeriya tirk, Huseyîn Turelî û hevalên wî, ne ji ber êrîşên bombeyî yên Gongorenê, bi îdîaya endamtiya PKK'ê sewqî dadgehê kirine.

Dadgeha biryara girtinê daye jî, dîsa ne ji ber êrîşên bombeyî, wekî dozger, bi îdîaya endamtiya PKK'ê biryara girtinê ya derbarê Huseyîn Turelî û hevalên wî de, daye.

Hukumeta AKP û CHP jî di nav de partî û çapemeniya tirk, ji deqeya êrîşên Gongorenê pêk hatin û pê ve, Tevgera Azadiya Kurd sûcdar dikin.

Her çiqas gelek caran Tevgera Azadiya Kurd, îdîayên rêveberiya tirk red kirin jî, lê belê êrîşên rayedar û çapemeniya tirk dewam kirin.

Herî dawî, Wezîrê Karên Hundur yê tirk Beşîr Atalay îdîa kiribû ku, êrîşên Gongorenê, endamên PKK'ê pêk anîne, wan bombekar û alîkarên wî girtine, delîl û belgeyên wê jî hene.

Piraniya çapemeniya tirk jî, daxuyaniya PKK'ê ji nedîtîve hatibû, îdîayên Atalay derxistibûn manşetê û ji êrîşên Gongorenê Tevgera Azadiya Kurd sûcdar kiribû.

< <<   >> >