Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
KCK êrîşa Gungorenê nirxand. | Çap kirin |
KCK'ê, êrîşa Gongorenê wekî karên hêzên kûr nirxand û da zanîn ku hukumeta AKP'ê rastiyan vedişêre û sûcdaran diparêze.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Wezîrê Karên Hundurîn yê hukumeta AKP'ê Beşîr Atalay wekî derewkar bi nav kir û anî ziman ku, tu eleqeya Tevgera Azadiya Kurd û bi êrîşên Gongorenê re nîne.

Konseya Rêveber diyar kir ku Wezîrê tirk Beşîr Atalay bi derewan îftîrayan diavêje Tevgera Azadiya kurd û wiha dewam kir: 'Atalay bêşermiyê derewan dike. Bi derewan dixwaze berpirsyariya êrîşa ku tu têkiliya me pê re nîne, biavêje ser me'.

KCK'ê anî ziman ku Wezîrê karên hundurînê tirk, ji bo bingeha derewên xwe amade bike jî, hin ciwanên kurd ên welatperwer dane girtin û bi vê hewl dide vê êrîşê, ji kurdan re bike mal.

Serokatiya Konseya Rêveber ji hemû kurdistaniyan, hêzên demokratîk û raya giştî ya cîhanê xwest ku bawerî derewên hukumeta AKP'ê nekin û anî ziman ku, hukumeta AKP'ê ji bo xwe paqij derxe, rastiyan veşêre û berpirsyarên rastîn veşêre, daxuyaniyên bêbingeh û derew diweşîne.

Konseya Rêveber destnîşan kir ku hukumeta AKP'ê, bi daxuyaniyên dawî, dijminahiya li hemberî kurdan derxistiye asteke bilind û ciwanên kurd ên bi îdîaya êrîşkariya Gongorenê hatine girtin jî, wekî qurban hilbijartine.

KCK'ê ji êrîşên Gongerenê, Tevgera Azadiya Kurd berpirsyar girtin jî, wekî lihevkirina hêzên sîstema tirk nirxand û wiha dewam kir: 'Ev hemî hewldanên hukumeta AKP'ê nîşan didin ku, sîstemê li hemberî kurdan, di nava xwe de li hev kiriye. Êrîşên Gongorenê jî, ji bo bingeha êrîşên li hemberî Tevgera Azadiya kurd amade bikin, pêk anîne. Hukumeta AKP'ê jî, ji bo vê armanca xwe, du-rûtî dike û hewld dide sûcdarên rastî veşêre'.

Serokatiya Konseya Rêveber, negirtina AKP'ê û di doza Ergenekonê de, behs nekirina komkujiyên li Kurdistanê, îşaretên lihevkirinê nirxand û got: 'Piştî ku li hev kirin, ji bo balê bikişînin devereke din, êrîşa Gongorenê pêk anîn. Piştî vê êrîşa li Kerkukê pêk hat. Dema mirov van hemûyan bi hev difikire, plana êrîşên li hemberî gelê kurd dibîne'.

Konseya Rêveber a KCK'ê ji kurdistaniyan û hêzên demokratîk xwest ku li hemberî îftîrayan bi hişyar tevbigerin û wiha dewam kir: 'Gerîla li navçeya Şirnex Elkê çalakiyek pêk anî û yekîneyeke kontir-gerîlayî ya 18 kesî tasfiye kir. Lê belê hukumeta şerê taybet ya tirk û çapemeniya tirk besha vê çalakiyê nekir. Bi belavkirina nûçeya kuştina 5 cerdevanan hewl da, rastî berovajî bike. Di rastiyê de ev çalakiya gerîla, ne li hemberî cerdevan, li hemberî yekîneya kontra bû. Çekên gerîlayan di vê çalakiyê de dest danîne ser jî, rastiyê radixe ber çavan. Ligel vê, serfermandariya tirk, bi weşandina nûçeyên derew li hemberî gelên Tirkiyê bêhurmetî kiriye'.

KCK'ê careke din ji bo nebin parçeyeke lîstikê şerê qirêj bang li cerdevanan kir û got: 'Divê kesên qoricîtîyê qebûl kirine, bi tu awayî neyên lîstikên hêzên tirk. Artêşa tirk ji bo kurdan bi kurdan bide kuştin, cerdevanan derdixe pêş. Em ji hemû kesên qorucîtî qebûl kirine, dixwazin bi hişyar tevbigerin û ji yekîneyên kontra re rêberiyê nekin'.

< <<   >> >