| Çapeneniya tirk rastiya berovajî dike. | | Çap kirin | |
|
Rayedar û çapemeniya tirk, ji bo êrîşên bombeyî yên li Gongorenê biavêjin ser milê Tevgera Azadiya Kurd, serî li hemû rêyan didin.
Nunerên partiyên siyasî yên demokratîk û saziyên civaka sivîl jî, ji êrîşan kontir-gerîla berpirsyar girt û Rêxistina Îstixbarata Almanya BND'jî diyar kir ku, êrîşên Gongorenê naşibin karên PKK'ê. Rayedar û çapemeniya tirk ji saniyeya êrîşên bombeyî yên li Gongorenê pêk hatin û pê ve, hewl didin, êrîşê biavêjin ser milê PKK'ê. Herî dawî roja şemiyê, Wezîrê Karên Hundur yê tirk Beşîr Atalay bi civîna çapemeniyê îdîa kir ku, wan berpirsyarên êrîşa bombeyî girtine û berpirsyarên êrîşê jî endamên PKK'ê ne. Atalay herwiha îdîa kiribû ku, endamên PKK'ê yên girtine jî, pêkanîna êrîşên bombeyî yên li Gongorenê îtîraf kirine. Çapemeniya tirk jî, gotinên Atalay derxistin pêş û îdîa kirin ku êrîşên bombeyî endamê PKK'ê yê bi navê Huseyin Turelî pêk anîne. Çapemeniya tirk herwiha îdîa kir ku, Huseyîn Turelî yên ji Qendîlê ji bo çalakiyê çûye Stenbolê, pêkanîna êrîşên bombeyî îtîraf kirine. Lê belê piştî çend saetên din, careke din derewên rayedar û çapemeniya tirk derketin holê. Li gorî agahiyan Huseyîn Turelî yê rayedar û çapemeniya tirk wekî kesê ji Qendîlê hatiye nîşan dan, 8 salin li Stenbolê bi awayekî sîgortayî dixebite. Xizmên Huseyîn Turelî jî, îdîayên rayedar û çapemeniya tirk derew derxistin û gotin ku, Turelî di binçavan de, mafê bêdengmayinê bikaranîne û îdîayên derbarê wî de jî, derew in. Xizmên Huseyîn Turelî dan zanîn ku, wê Turelî bi riya parêzerên xwe, tekzîp bişîne rojname û televîzyonên nûçeyên derbarê wî de diweşînin. Li aliyê din, nunerên DTP, SDP, KSK, DÎSK û gelek sazî jî di nav de, nêzî hezar û 500 kesan, êrîşên bombeyî yên Gongerenê bi meşeke li Beyogluyê şermezar kirin. Nunerên partiyên siyasî û saziyên civakî, ji êrîşan kontir-gerîla berpirsyar girtin û dan zanîn ku, bi hedef nîşandana PKK'ê, berpirsyarên rastîn yên êrîşê tê veşartin. Nunerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl xwestin ku, berpirsyarên rastîn yên êrîşan bêngirtin. Di vê navberê de, Rêxistina Îstixbarata Almanya BND'jî diyar kir ku, êrîşên Gongorenê naşibin karên PKK'ê. Şefê rêxistina îstixbarata alman Erns Uhrlau got ku êrîşên Gongorenê yan karê El Kaîde an jî yê Dewleta Kûr a Tirkiyê ye. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 