Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Rêveberiya artêşa tirk diyar bû. | Çap kirin |
Rêveberiya nû ya artêşa tirk diyar bû û wekî dihat payin orgeneral Îlker Başbûg bû serfermandarê artêşa tirk.

Encama civîna Desteya Bilind a Leşkerî ya Artêşa tirk hate eşkerekirin.

Li gorî encamên civînê, Serfermandarê artêşê Yaşar Buyukanit di 30'ê tebaxê de, teqawit dibe û orgeneral Îlker Başbûg jî, dibe serfemandarê nû.

Desteya Bilind a Leşkerî ya Artêşa tirk, roja înê di bin serokatiya Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan de, li hev kom bû.

Civîna destê îro bi dawî bû û encama wê jî, bi daxuyaniyek hate eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniyê, wekî dihat payin Serfermandarê niha Yaşar Buyukanit, ji ber emrê xwe teqawit bû û di cihê wî de jî Fermandarê Hêzên Bejayî yê niha Îlker Başbûg ji bo 2 salan bû serfermandarê artêşê.

Desteya Bilind, ji bo cihê Îlker Başbûg, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Işik Koşaner wezîfedar kir.

Li gorî daxuyaniyê, duyemîn Serfemandar Ergîn Saygun wekî Fermandarê artêşa yekemîn, Necdet Ozel jî fermandarê artêşa duyemîn û Necdet Ozel jî, wekî fermandarê artêşa Ege hatê wezîfedar kirin.

Fermandarên Hêzên Hewayî û Behrê jî, ji ber hê wezîfeya wan neqediyaye, wekî berê man.

Wezîfeya rêveberiya nû ya artêşa tirk jî, wê di 30'ê tebaxê de dest pê bike.

< <<   >> >