| Şerên li bakûrê Kurdistanê dijwar dibe. | | Çap kirin | |
|
Gerîlayên HPG'ê li Osmaniye û Colemêgê li hêzên tirk xistin, yek jê Subay herî kêm 6 leşker û 2 polîs mirin, 5 leşker û polîsek jî birîndar bûn.
Navenda çapemeniya HPG'ê diyar kir ku gerîlayên wan di 30'ê tirmehê de Osmaniyeyê Kanligeçitê 2 wesaîtên leşkerî bi tîpa Reo ku ji bo taqwiye derketibûn operasyonê xistine kemînê. Di encama kemînê de yek jê subay herî kêm 6 leşker mirin û 5 leşker jî birîndar bûn. HPG'ê ragîhand ku di 28'ê tirmehê de yekîneyên wan ketine navçeya Colemêrg Geverê li taxa Ormanlikê li dijî wesaîta polîsan ku dewriye digeriya çalakî lidarxistine. Di emcama çalakiyê de 2 paolîsên di wesaîtê de mirine û polîsek jî birîndar bûye. Navenda çapemeniyê ragîhand ku artêşa tirk di 31'ê tîrmehê de li navçeya Beytuşebabê li gundên Taharê û Taşta Mêrgê dest bi oprasyonê kiriye. Operasyona li heremê jî hê dewam dike. HPG'ê da zanîn ku di 30 tirmehê de li mintiqa Barzan û daristanên heremên Adilbeg, Dola Zede û Hoppe ji ber avêtina topên Havanê yên artêşa tirk şewat derketiye û hê jî dewam dike. Navenda çapemeniyê ragîhand ku di heman rojê de li navçeya Colemêrg Şemzînanê di xeta rê a Gerdiyayê jî konvoya ji bo operasyonê derketibûn ketine kemîna gerîlayan. Di encama kemînê de derbarê wendahiyên artêşa tirk de agahiyên zêde bidest neketine. HPG'ê da zanîn ku di 29'ê tirmehê de ji ber top avêtina artêşa tirk li heremên Gerdiyanê Xapuşke, Begalte û Sılo girêdayê Şemzînanê gelek sewalên gundiyan telef bûne û li daristanan jî şewat derketiye. Navenda çapemeniyê ragîhand ku di 31 tirmehê Dêrsim Pilûrê li bejahiya Kahparî yê şer derketiye. Di encama şer de 2 gerîlayên HPG'ê jî jiyana xwe ji dest dane. Gerîlayên ku di şerê Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane evin: Aynur Erdem bi navê kod Eylem Amed di sala 1978 an de li Amedê hatiye dinê. Kader Çîftçî bi navê kod Zîlan Amed di sala 1981ê de li navçeya Amedê Çinar hatiye dinê. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 