| HPG bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kir. | | Çap kirin | |
|
Ji ber operasyonên artêşa tirk li 81 deveran şer derketine û gerîlayan jî li 74 deveran çalakiyên bersiv-dayinê pêk anîne.
HPG'ê herwiha got ku, di encama çalakî û şeran de, 2 helîkopter, 4 wesaîtên zirxî û 8 wesaîtên leşkerî texrîb kirine û 2 helîkopteran jî darbe xwarine. Navenda çapemeniya HPG'ê derbarê wendahiyên gerîla de jî agahî da û anî ziman ku di encama şerên meha tîrmehê de, 23 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane û 2 gerîla jî dîl ketine.
Di encama çalakiyê de jî herî kêm 4 leşkerên tirk mirine û 8 leşker jî birîndar bûne. Operasyona piştî çalakiyê dest pê kiriye jî hê dewam dike. Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku gerîlayan doh li herêma Gerdiya ya Colemergê jî, leşkerên tirk ên derketibûn operasyonê xistine kemînê. HPG'ê anî ziman ku gerîlayan ji mesafeyeke nêz li leşkerên tirk ên li Girê Silo bi cih bûbûn, xistine û di encamê de, artêşa tirk gelek wendahî nane, lê belê derbarê hejarê de agahiyên zelal bi dest neketine. Navenda çapemeniya HPG'ê derbarê çalakiya gerîla ku di 27'ê tîrmehê de li hemberî qereqola polîsan pêk hatibû de jî agahî da. HPG'ê diyar kir ku şerê piştî çalakiyê derketiye jî, heta saetên sibê dewam kirine. Di encama vî şerî de jî, polîsek miriye, 6 polîs birîndar bûne û ji ber heman şerî gerîla Meral Tekînalp bi navê kod Dîcle jiyana xwe ji dest daye û gerîla Firat Işgoren bi navê kod Dîrok û Ramazan Başar bi navê kod Ozgur bi awayekî birîndar dîl ketine. HPG'ê got ku opersayona hêzên tirk di 29'ê tîrmehê de li sêgoşeya Wan, Şax û Payîzavayê dabû destpêkirin jî, doh bê-encam bi dawî bûye. Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku ji ber êrîşa topên obus û hawanê yên ji qereqola Tepesor ya Çelê hatine avêtine, li herêmên daristanî yê Geliyê Feqîra û Tirvanişê şewat derketine. Şewatên derketine jî hê dewam dike. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

Di şerên meha tîrmehê de 168 wezîfedarên tirk hatine kuştin, 178 birîndar bûne û 23 gerîlayan jî, jiyana xwe ji dest dane.