| Tevgera leşkerî disa destpê kir. | | Çap kirin | |
|
Li Balafirgeha leşkerî ya Amedê tevgera balafirên şer dewam dike.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, vê sibê jî li ser hev gelek balafirên şer rabûne. Lê belê derbarê balefirên şer ber bi kîjan aliyê ve çûn de, tu agahî bi dest neketin. Di vê navberê de, balafirên artêşa tirk, firînên keşfê yên di ser herêma Qendîlê re zêde kirin. Di dema ku operasyoneke bejayî ya li hemberî Başûrê Kurdistanê tê nîqaşkirin de, artêşa tirk lez da firînên keşfê. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, di rojên dawî de, firînên balafirên artêşa tirk ên di ser herêma Qendîl, Xinêrê, Xakurk, Zap û Avaşînê zêde kirine. Zêdebûna firînên balafirên artêşa tirk, di nava rûniştvanên herêmê de rê li ber fikaran vekir. Balafirên şer ên artêşa tirk di 19, 24 û 27'ê tîrmehê de, hin herêmên Başûrê Kurdistanê bombe kiribûn û ji ber êrîşê, gelê herêmê zirar dîtibû. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 