|
Civîna ku, wê Konseya Fermandariya nû ya Artêşa tirk pêk bîne, dest pê kir.
Desteya Bilind a Leşkerî ya Artêşa tirk di bin serokatiya Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan de, pêk tê. Civîna li Biryargeha Navendî ya Serfermandariya Artêşa Tirk dest pê kir, wê 4 rojan bidome. Bi civîna 4 rojî, wê rêveberiya nû ya artêşa tirk bê diyarkirin. Ji ber ku dema wezîfeya Serfermandarê artêşa tirk Yaşar Buyukanit di 30'ê tebaxê de bi dawî dibe tê payin di cihê wî de Fermandarê Hêzên Bejayî yê niha Îlker Başbûg û ji bo cihê wî jî, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan yê niha Işik Koşaner werin wezîfedarkirin. Di civînê de wê rewşa fermandarên rutbeyên wan bê bilindkirin û rewşa kesên têkiliya wan bi artêşê re bê qutkirin jî, were nirxandin. |