| Festîvala Mûnzûrê dest pê kir. | | Çap kirin | |
|
Festîvala Mûnzûr bi peyama 'aştiyê' dest pê kir.
8'emîn Festîvala Çand û Xweza ya Mûnzûrê ku bi slogna 'Werin canino em bibin yek û li Mûnzûrê semah bikin' tê lidarxistin, bi vêxistina meşaleyê destpê kir. Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, parlamenterên DTP'ê, nûnerên partiyê siyasî û civaka sîvîl li ser Pira Mazgirtê ji aliyê Şaredara Dêrsimê Songul Erol Abdîl û komek qelebalix ve hatin pêşwazîkirin. Konvoya ku bi pankarta "Li Mûnzûrê ji bendavan re na, destên xwe ji Mûnzûrê bikişînin' bi çepik û tilîliyan girseyê pêşwazî kir. Bi sedan kesên li hev kom bûn, ber bi Çemê Mûnzûrê ve meşiyan. Hev-serokê DTP'ê Ahmed Turk di festîvalê de axivî, banga xurtkirina têkoşîna demokratîk kir û got 'Eger em bi hevkarî têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bi hêz nekin, sîstema ku Seyîd Riza darve kir wê me jî bi têgihiştina kole û efendiyan bi rê ve bibe'. Turk ji bo çeteya Ergenekonê jî got: 'Şax û rayên vê çeteyê diçin rojhilatê Firatê, eger ev alî dernekevin holê ti kes wê ji we bawer neke û hûnê îdîanameyê jî tevlîhev bikin'. Piştî axaftinan hunermend Kîbar Aslan û Mehmet Atli ekîba Semahê ya Zarokan derketin ser dikê û hunerên xwe nîşan dan. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 