Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Festîvala Mûnzûrê dest pê kir. | Çap kirin |
Festîvala Mûnzûr bi peyama 'aştiyê' dest pê kir.

8'emîn Festîvala Çand û Xweza ya Mûnzûrê ku bi slogna 'Werin canino em bibin yek û li Mûnzûrê semah bikin' tê lidarxistin, bi vêxistina meşaleyê destpê kir.

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, parlamenterên DTP'ê, nûnerên partiyê siyasî û civaka sîvîl li ser Pira Mazgirtê ji aliyê Şaredara Dêrsimê Songul Erol Abdîl û komek qelebalix ve hatin pêşwazîkirin.

Konvoya ku bi pankarta "Li Mûnzûrê ji bendavan re na, destên xwe ji Mûnzûrê bikişînin' bi çepik û tilîliyan girseyê pêşwazî kir.

Bi sedan kesên li hev kom bûn, ber bi Çemê Mûnzûrê ve meşiyan.

Hev-serokê DTP'ê Ahmed Turk di festîvalê de axivî, banga xurtkirina têkoşîna demokratîk kir û got 'Eger em bi hevkarî têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bi hêz nekin, sîstema ku Seyîd Riza darve kir wê me jî bi têgihiştina kole û efendiyan bi rê ve bibe'.

Turk ji bo çeteya Ergenekonê jî got: 'Şax û rayên vê çeteyê diçin rojhilatê Firatê, eger ev alî dernekevin holê ti kes wê ji we bawer neke û hûnê îdîanameyê jî tevlîhev bikin'.

Piştî axaftinan hunermend Kîbar Aslan û Mehmet Atli ekîba Semahê ya Zarokan derketin ser dikê û hunerên xwe nîşan dan.

< <<   >> >