| Dewleta tirk êrîşkanê Kerkûkê revand Tirkiyê. | | Çap kirin | |
|
Dewleta tirk, berpirsyarê êrîşa întiharî ya Kerkukê Îmad Abdulrahan, revand Tirkiyê û wî tedawî dike.
Kurdistaniyên li Kerkukê di 28'ê tîrmehê de, ji bo şermezarkirina helwesta Parlemena Iraqê ya derbarê Kerkukê de, meşek pêk anîn. Li hemberî meşê jî, êrîşeke întiharî hate lidarxistin û piştî wê jî, ji avahiyên saziyên Eniya Tirkmenên Iraqê kurdistanî hatin gule barankirin. Di encama her du êrîşan de 27 kes mirin û 190 kes jî birîndar bûn û piştî êrîşê jî çav vegeriyan ser Eniya Tirkmenên Iraqê ya nêzî rêveberiya Tirkiye. Di lêkolîna piştî êrîşê de derket holê beriya meşê, Eniya Tirkmenan civînek pêk aniye û biryara êrîşê girtiye. Rayedarekî PDK'ê ku navê xwe eşkere nekir, derbarê êrîşê de ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku televîzyona Tirkmenan Turkmenelî Tv weşana li dijî meşê kiriye û got: 'Di dema ku Turkmenelî weşana li dijî meşê dikir de, Eniya Tirkmenan civînek pêk aniye. Ji fermandarên tirkmen Îmad Abdulrahman di civînê de axiviye û biryara êrîşa li hemberî meşê ragihandiye û xwestiye ku piştî êrîşa întiharî jî meşdaran gule baran bikin'. Rayedarê PDK'î aniye ziman ku belgeyên van gotinên wî piştrast dikin di destê wan de hene û gotiye, piştî bûyeran Îmad Abdulrahman jî birîndar bûye û ew rakirine Nexweşxaneya El Şîfa. Piştî ku rola wî deşîfre bûye jî, tirkmen Hamîd Haci Burdan, berpirsyarê êrîşan biriye seferetxaneya tirk ya li Baxdayê û ji wir jî, ji bo tedawiyê birine Stenbolê'. Heman rayedarê PDK'ê got ku, li gorî agahiyên gihiştine berdestê wan, Îmad Abdurrahman niha li nexweşxaneyekî li Stenbolê ku hê navê wê fêrnebûne, tê tedawîkirin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
