Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Dewlet hilweşiya... | Çap kirin |
Rêbaza çêkirina avahiyan ya tirk careke din rê li ber mirinan vekir.

Bikaranîna alavên kêm, bêkontrolî, girtin û dayina ruşwetê ya di dema çêkirina avahiyan de, her sal bi sedan kes dimirin, lê belê dîsa jî rayedarên tirk tedbîrên pêwist nagirin.

Ji ber vê xemsariya rayedarên tirk, avahiyeke qursa qûranê ya keçan li navçeya Konya Taşkentê ji 16 zarokên keç re bû goristan.

Razangeha Qursa Qûranê ya beldeya Balcilarê vê sibê saet di 5'an de bi temamî hilweşiya.

Heta niha di bin xirbeyan cesetên 16 zarokên keç hatin derxistin, 26 zarok birîndar hatin rizgarkirin û nêzî 20 zarok jî hê di bin xirbeyan de ne.

Li aliyê din, rayedarên tirk îdîa dikin ku, di qeydan de qursa qûranê xuya nake.

Lê belê hin çavkanî jî dibêjin, qursa qûranê yê alîgirên AKP'ê ye û ji ber vê rayedar çavên xwe ji qaçaxiya qursê re girtine.


< <<   >> >