Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
44 şagirtên nû tevlî HPG'ê bû. | Çap kirin |
 Li gel hemî êrîş û operasyonên dewleta Tirk û Îranê, hejmara ciwanên tevlî gerîla dibin zêde dibe.

44 şagirtên nû yên tevlî HPG'ê bûbûn, perwerdehiya bingehîn qedand û dest bi jiyana gerîlatiyê kirin.

Dibistana Perwerdehiya Bingehîn a Gerîla ya Şehîd Bêrîtan, perwerdehiya dewreya bi navê Şehîd Kurtay qedand û 44 gerîlayên nû mezûn kirin.


Dibistana Perwerdehiya Bingehîna Gerîla ya Şehîd Bêrîtan, ji bo bîranîna şehîdên Tîrmehê, bi navê Şehîd Sîdar jî dest bi dewreyeke nû ya perwerdehiyê kir.

Ji ber dawîbûna perwerdehiya bingehîn ya 44 gerîlayên nû, li qadên gerîla merasimek hate lidarxistin.


Endamê Konseya Leşkerî yê HPGê Derweş Suvar jî di nav de gelek fermandar û gerîla tevlî merasimê bûn.

Fermandarê HPGyî Derwêş Suvar di merasimê de axivî û bal kişand girîngiya tevlîbûna gerîla û got: Di dema êrîş û operasyonên li hemberî Tevgera Azadî dewam dikin de, tevlîbûna ciwanan ya gerîla, helwestek û berpirsyariyeke siyasiye.

Endamê Konseya Leşkerî yê HPGê got ku hetta siyaseta tunekirin û înkarê bidome, ewê jî berxwedanê berfireh bikin û hewldana dijminên kurd pûç derxin.

< <<   >> >