|
YJA-STAR şehîdên Bestayê bi bîr anîn û soza tolhildan û xurtkirina têkoşîna azadiyê da.
Biryargeha Navendî ya YJA-STAR'ê derbarê şehadeta Endamên Konseya Fermandarî ya HPG'Abdurrahman Nalîoglu bi navê kod Ferhat Dersim, Nazan Bayram bi navê kod Nûda Karker û gerîla Gullu Kalmaz bi navê kod Zerîn Kajîn, Hidir Coşkun bi navê kod Polat Dersim û Fahrî Arslan bi navê kod Gever Faraşîn de, daxuyaniyeke nivîskî weşand. YJA-STAR diyar kir ku Endamên Konseya Leşkerî Ferhat Dersim û Nûda Karker û gerîla Zerîn Kajîn, Polat Dersim û Gever Faraşîn li hemberî hemî zextên paşverû bi qehremanî şer kirine û bûne îfadeya israra di azadiyê de. Biryargeha Navendî ya YJA-STAR'ê ji malbatên şehîdên Bestayê re sersaxî xwest û banga xwedî-derketina li şehîdan kir. YJA-STAR bal kişand ser êrîşên li dijî gelê kurd û tevgera azadiyê jî û got: 'Divê di serî de jinên kurd, hemî kurdistanî li hemberî hemû êrîşan çalakiyên xwe xurtir û helwesta xwe jî tûndir bikin. Biryargeha YJA-STAR banga tevlîbûna ciwanan ya ji bo gerîla kir û got: 'Divê hemû ciwanên me, xwedî li daxwaza şehîdan derkevin, di riya têkoşîna wan de bimeşin, têkoşîna azadiyê bigihînin azadiyê. Bi tevlîbûna nav refên gerîla jî, têkoşîna xwe derxistin asta herî bilind'. YJA-STAR da zanîn ku wan li hemberî êrîşan, hêza xwe seferber kiriye û got ku ew wekî hêzên HPG û YJA-STAR'ê, soz didin ku, ewê tolhildana şehîdên Bestayê bigirin û xwedî li Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, şehîdan û gelê kurd derkevin û têkoşîna azadiyê xurtir bikin. |