Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Dadgehê biryara girtinê neda. | Çap kirin |
Destûra Bingehîn a tirk, AKP sûcdar dît, lê belê biryara girtinê neda.

Heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn a tirk, biryara raya giştî ya Tirkiyê bi meraqeke mezin li bendê bû, doh êvarê da.

Dadgeha Destûra Bingehîn piştî nirxandina 3 rojî, AKP sûcdar dît, lê belê dengên ji bo girtina partiyê têr nekirin.

Ji 11 endamên dadgehê, 6'an ji bo girtina AKP, 4'an ji bo alîkariya aborî ya ji hazîneyê digire bêbirîn û endamekî jî, ji bo redkirina dozê, deng bikaranîn.

Serokê Dadgeha Destûra Bingehîna tirk Haşîm Kiliç got ku, ji ber ji bo girtina partiyeke siyasî, pêwistî bi 7 dengan heye, 6 dengan têrî girtinê nekiriye, wan pêşniyara birîna alîkariya aborî jî, xistine dengdanê.

Di encamê de, biryara birîna nîvê alîkariya aborî ya AKP ji hazîneyê digire, hatiye girtin.




< <<   >> >