Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Stenbol bi 2 teqînan hejiya. | Çap kirin |
















Stenbol doh bi şev, bi 2 teqînan hejiya, 18 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.
Tevgera Azadiya Kurd jî, bi zimanekî tûnd reaksiyon nîşanê îdîayên Hurrriyet û çapemeniya tirk da û êrîş şermezar kir.


Rojnameya tirk Hurriyet û beşeke çapemeniya tirk, wekî berê ji êrîşê Tevgera Azadiya Kurd sûcdar kir.

Lê belê Tevgera Azadiya Kurd îdîayên çapemeniya tirk derew derxist û êrîş şermezar kir.

Li navçeya Stenbol Gungorenê doh bi şev, li ser hev 2 teqîn pêk hatin.

Teqînya yekemîn li kolana Kinali ya taxa Guvenê seat di 21:45'an de, di bîdona çopê de çêbû.

Dema kku, gelek kes bi meraqekî mezin çûn cihê bûyerê jî, teqîneke din pêk hat.

Ji ber teqînan jî, herî kêm 17 kes mirin û 152 kes jî birîndar bûn.

Çapemeniya tirk, bi taybetî jî rojnameya Hurriyet wekî berê, bêyî ku delîl û belge, Tevgera Azadiya Kurd sûcdar kir.

Rojnameya Hurrriyetê bi manşeta 'PKK sivîl kuştin' derket û careke din pîvan û ehleqa çapemeniyê bin pê kirin.

Tevgera Azadiya Kurd jî, bi zimanekî tûnd reaksiyon nîşanê îdîayên Hurrriyet û çapemeniya tirk da û êrîş şermezar kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê îdîayên êrîş Tevgera Azadiyê pêk aniye, derew derxist û Kongra-Gel jî êrîş şermezar kir.

Biryargeha Navendî ya HPG'ê li ser îdîayên, êrîş ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatine lidarxistin, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê diyar kir ku, bi êrîşê tu eleqeya wan nîne.

Reaksiyoneke din ya li hemberî êrîşê, ji Kongra-Gel hat.

Serokê Kongra-Gel Zubeyîr Aydar êrîşên bombeyî yên li Gongorenê şermezar kirin û ji xizmên qurbanan re sersaxî û ji birîndaran jî şîfa xwest.

Zubeyîr Aydar îdîayên ji êrîşê Tevgera Azadiya Kurd berpirsyar digirin jî, bi zimanekî tûnd rexne kirin û got: 'Di dîtina me de, êrîşên bi vî rengî nîne. Tu eleqeya tevgera azadiya kurd, bi van êrîşan nîne. Em ji xizmên qurbanên êrîşê û gelên Tirkiyê re sersaxî dixwazin'.

Serokê Kongra-Gel Zubeyîr Aydar ji êrîşê hêzên tarî berpirsiyar girtin û got: 'Di demên berê de jî, êrîşên tarî yên bi vî rengî pêk hatin. Di dema ku dozên AKP û Ergenkonê rojevê de pêk hatine êrîşên wisa, balkêş in'.

Di vê navberê de, teqînên li Stenbolê di çapemeniya cîhanê de cihek fireh girt.

Çapemeniya cîhanê da zanîn ku rêveberên tirk, ji êrîşê PKK'ê berpirsyar digirin, lê belê PKK'ê ev piştrast nekiriye.

Beşeke çapemeniya cîhanê bal kişandiye ser doza girtina AKP'ê û doza Ergenekonê û gotine, dibe ku ev parçeyeke şerê neteweperest û olperestan be.

Rayedarê KCK'ê Mustafa Karasû, êrîşên li Stenbolê, wekî parçeyekî şerê di navbera AKP û Ergenekonê de, nirxand.

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu, êrîşên doh bi şev li Stenbolê pêk hat, di nivîsa xwe ya ji bo sibe ya Yenî Ozgur Polîtîka de, nirxand.

Karasû diyar kir ku, hewldanên vê êrîşê biavêjin ser milê Tevgera Azadiya Kurd dûrî rastiyêne û got ku wê ev hewldan heta çend rojan pûç derkevin.

Karasû bal kişans ser, şerê di navbera AKP û Ergenekonê de û got: 'Hewl didin, teqînên li Gongorenê biavêjin ser milê Têkoşîna Azadiya Kurd e. Bi vî rengî dixwazin serê krîza siyasî û şerê berjewendiyan yê bi lêpirsîna Ergenekon û doza girtina AKP'ê derketiye holê, bigirin'.

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû bi bîr xist ku dewleta tirk hertim hewl dide civakê li hemberî PKK'ê sor bike û got: 'Îdîayên rayedar û çapemeniya tirk ên wekî 'ev êrîş PKK pêk anîne, em şaş nekirin. Tevgera Azadiya Kurd gelek caran gotiye ku, di hedefa wan de êrîşên li hemberî sivîlan nîne. Li gel vê jî, hewl didin êrîşê biavêjin ser milê Tevgera Azadiyê'.

Karasû anî ziman ku 35 salin di navbera dewleta tirk û Tevgera Azadiya Kurd de şer heye û got: 'Ji ber ku dewleta tirk dev ji polîtîkaya tunekirin û înkarê bernade, ev pêvajoya şer dewam dike. Ji ber vî şerî jî, kengê û li ku derê bûyerek rû bide, dewleta tirk hema radibe û dibêje PKK kiriye. PKK 30 salin tiştek wisa nekiriye û nake'.

Karasû bal kişand ser daxuyaniyên Serokwezîrê tirk yên piştî çalakiyê jî û got: 'Serokwezîr dibêje, çalakiyên bi vî rengî nikarin daxwaza wan a têkoşîna li dijî terorê têk bibe'. Serokwezîr bi vê gotinê dixwaze bibêje, li hemberî PKK'ê hêza herî bi biryar ew bi xwe ne û bi vê yekê jî dixwaze peyam bide hin aliyan'.

Karasû bi bîr xist ku herî zêde çapemeniya nêzî AKP'ê, ji êrîşên Stenbolê, Tevgera Azadiya Kurd sûcdar dike û got: 'Hin derdor û çapemeniya ji ber doza Ergenekonê tengijî, hewl dide vê bûyerê biavêje ser milê PKK'ê û ji bala li ser wê, rizgar bibe. Bi rastî ev rewşa wan balê dikişîne. Derdorên ji bo berjewendiyên xwe alîgirên xwe, mirovên xwe yên herî baş jî dikujin, dikarin êrîşên wisa pêk bînin. Em nabêjin îleh wisaye. Lê belê helwesta çapemeniyê ya piştî bûyerê tiştên din tîne bîra me'.

Reaksiyoneke din ya li hemberî êrîşên bombeyî yên li Stenbolê, ji DTP'ê hat.

Hev-serokê DTP'ê Ahmet Turk di civîna meclîsa DTP'ê de axivî êrîşên bomeyî şermezar kirin û ji ber êrîşê xemgîniya xwe anîn ziman.

Ahmet Turk, helwesta çapemeniya tirk jî rexne kir û got ku, bêlêkolîn, ji êrîşan aliyekî berpirsyar girtin, rê li ber aloziyan vedike.

Hev-serokê DTP'ê Ahmet Turk bi bîr xist ku, li pey gelek bûyerên hatibû gotin PKK pêk anîne, Ergenekon deretiye û got: 'Divê bêlêkolîn, derdorek neyê sûcdarkirin. Beriya derdorek bêsûcdarkirin, divê lêkolîn bêkirin'.

Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan, rayedarên tirk, partiyên siyasî û gelek saziyan êrîşên bombeyî şermezar kirin.

Serokê Giştî yê CHP'ê Denîz Baykal jî, bê delîl û belge, ji êrîşa bombeyî, Tevgera Azadiya Kurd berpirsyar girt.

Baykal îdîa kir ku, êrîşên bombeyî, ji aliyê PKK'ê ve hatine lidarxistin.

Baykal bê delîl û belge ev îdîa anîn ziman û hewl da vê êrîşê bike sedema rantê.

Serokê Giştî yê CHP'ê Denîz Baykal ji bo ji vê êrîşê rant bi dest bixe jî, pêşniyara xwepêşandaneke bêdeng anî ziman.

Lê belê ev pêşniyara Baykal, zêde deng veneda.


< <<   >> >