Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Di şerên Geliyê Hezil û herêma Mevişkê de, 12 leşkerên tirk hatine kuştin | Çap kirin |
 Di şerên Geliyê Hezil û herêma Mevişkê de, 12 leşkerên tirk hatine kuştin û 5 gerîlayên HPG'ê jî, jiyana xwe ji dest dane.
Navenda çapemeniya HPG'ê derbarê şerên di 24 û 25'ê tîrmehê de, li Geliyê Hezil û herêma Mevişkê de daxuyaniyek weşand.

HPG'ê diyar kir ku ji ber operasyonên artêşa tirk di 24 û 25'ê tîrmehê de li Geliyê Hezil û herêma Mevişkê şerên dijwar rû dane.

Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku di encama şeran de, 12 leşkerên tirk hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

HPG'ê anî ziman di heman şeran de endama Konseya Leşkerî ya HPG'ê Nazan Bayram bi navê kod Nûda Karker û Endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Abdurrahman Nalîoglu bi navê kod Ferhat Dersim û 3 gerîlayan jî, jiyana xwe ji dest dane.

Navenda çapemeniya HPG'ê nasnameya 2 fermandar û 3 gerîlayan jî eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê fermandar û gerîlayên di şerên 24 û 25'ê tîrmehê yên li Geliyê Hezil û Kato Marînosê de jiyana xwe ji dest dane ev in.

Endama Konseya Leşkerî ya HPG'ê Nazan Bayram bi navê kod Nûda Karker di sala 1972'an de li navçeya Wan Elbaqê hatiye dinê.

Endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Abdurrahman Nalîoglu bi navê kod Ferhat Dersim di sala 1975'an de li Amedê hatiye dinê.

Fahrî Arslan bi navê kod Gever Faraşîn di sala 1979'an de li navçeya Şirnex Beytuşebapê hatiye dinê.

Hidir Coşkun bi navê kod Polat Dersim, di sala 1982'an de li Dersimê hatiye dinê.

Gullu Kalmaz bi navê kod Zerîn Kajîn di sala 1982'an de li Wanê hatiye dinê.

Li aliyê din, operasyona artêşa tirk ji 25'ê Tîrmehê li herêma Haftanînê dabû destpêkirin dewam dike.

Navenda çapemeniya HPG'ê got ku, operasyon li herêmên Haftanîn yên wekî Mergeşîşê, Dereşîşê, Ere û Perexê tê meşandin.

Li gorî daxuyaniyê artêşa tirk heman herêmn dane ber topên hawanê û şewatên ji ber vê derketine jî hê dewam dikin.

< <<   >> >