| Li Kerkûkê teqîn... | | Çap kirin | |
|
Li Kerkukê, li hemberî xwepêşandana kurdistaniyan êrîşeke întiharî pêk hat, 25 kes mirin û dehan kes birîndar bûn.
Li Kerkukê bi hezaran kes vê sibê ji bo helwesta Parlemena Iraqê ya derbarê Kerkukê de protesto bikin, dest bi meşê kirin. Ji bajar û navçeyên Kerkukê jî, bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Dema girse ber bi navenda bajêr dimeşiya, li nêzî nexweşxaneya êrîşeke întiharî pêk hat. Waliyê Kerkukê Abdurrahman Mustafa derbarê encama êrîşê de axivî û got ku, herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber êrîşê zêdetirî 180' kes jî birîndar bûn. Kurdistaniyan, ji êrîşê Eniya Tirkmenên Iraqê ya nêzî rêveberiya Tirkiyê berpirsyar girtin û êrîşê baregeha wan kirin. Serokê Kongra-Gel Zubeyîr Aydar êrîşê şermezar kir û ji êrîşê hêzên tarî berpirsiyar girtin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
