Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Endamên Desteya Rêveber a DTP'ê hate hilbijartin. | Çap kirin |
 Meclîsa DTP'ê li hev kom bû û endamên Desteya Rêveber hilbijartin.

Meclîsa DTP'ê, piştî 2'mîn Kongreya Asayî, îro cara yekemîn li hev kom bû.

Civîn li Navenda Giştî ya partiyê di bin Hev-serok Ahmet Turk û Emîne Ayna de pêk hat.


Endamên meclîsê, di civînê de doza girtina partî, îdîanameya Ergenekon û mijarên di rojêvê de nirxandin.

Endamên Meclîsa DTP'ê di civînê de karbeşî kirin û endamên Desteya Rêveber a Navendî hilbijartin.

Li gorî encama hilbijartinê, navên endamên meclîsê yên ji bo Desteya Rêveber a Navendî hatin hilbijartin ev in.

Kamuran Yuksek, Mustafa Sarikaya, Mustafa Avci, Selma Irmak, Besîme Konca, Pelguzar Kaygisiz, Sebahat Tuncel, Gulay Calap, Şîran Emînoglu, Fatma Kurtulan, Selahattîn Demîrtaş, Bengî Yildiz, Hîlmî Aydogdu, Şamîl Altan, Abdullah Demîrbaş, Cezmî Altintaş, Huseyîn Cengîz, Bayram Altun û Mazlûm Tekdag.

Endamên Desteya Rêveber a Navendî jî, wê di civîna yekemîn de, karbeşiyê bikin.

< <<   >> >