| Ji bo şewitandina daristanan gel meşiya | | Çap kirin | |
Li Cizîrê, gel ji bo balê bikişînin ser şewitandina daristanan ber bi Çiyayê Cizîrê ve meşiya.Li navçeya Şirnex Cizîrê, îro li hemberî şewitandina daristanan, gel di nava tevgerê de bû. Bi sedan cizîrî û havîrdorparêz Oktay Konyar ji bo balê bikişîn ser şewitandina daristanên Bakurê Kurdistanê bi sitîlên vala ber bi Çiyayê Cûdiyê ve meşiyan. Beriya meşê havîrdorparêz Oktay Konyar bi bîr xist ku li herêma Behra Ege û Spî de, leşker mudaxeleya vemirina şewatan dikin, lê belê li Cûdî û Mûnzûrê bi xwe daristanan dişewitînin. Piştî axaftinê jî, bi sedan kes bi qîrîna siloganên wekî 'Destên Dirêjî Cûdî dibin bişkên', 'Birêz Ocalan' û 'Bijî Serok APO' bi 6 mînîbusan ber bi Çiyayê Cûdî bi rê ketin. Serokê DTP'a Cizîrê Yakup Budak li quntarên Çiyayê Cûdiyê, li ser navê girseyê axivî û bal kişand ser şewitandina daristanên herêmê. Budak bi zimanekî tûnd artêşa tirk rexne kir û got: 'Rayedarên ji bo vemirandina daristanên Tirkiyê dikevin nava tevgerê, li hemberî helwesta leşkeran ya şewitandina daristanên herêmê bêdeng dimînin. Artêş bi şewitandina daristanan hewl dide li kurdan bixe. Li hemî deveran daristanan dişewitîne û dixwaze çiya û daristanên ku hebûna kurdan in, ji holê rake'. Girseyê piştî axaftinê, ava bi xwe re biribû, daristanên gundê Baska û Genda yên hatibûn valakirin, avdan û dûre jî, qirîna siloganên wekî 'Me soz daye gerîla, em leşkerên Ocalan in' û 'Hişt hişt koricî, koricî çû nobetê, çilê xwe da hukumetê' vegeriyan Cizîrê'. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

Li Cizîrê, gel ji bo balê bikişînin ser şewitandina daristanan ber bi Çiyayê Cizîrê ve meşiya.