Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
36 hezar kes bi daxwaznameyên 'Birêz Ocalan' gilîyên xwe kirin | Çap kirin |

Parlementer, şaredar û rêveberên DTP'ê jî di nav de, nunerên saziyên kurd ên li Amedê, di 23'ê hezîranê de, ji bo dozên ji ber gotina 'Birêz Ocalan' protesto bikin, dest bi kampanya 'Birêz Ocalan' kirin.

Hêzên tirk ji bo astengkirina kampanyayê, çi ji destê wan hat kirin, lê belê nekarîn pêşiya berfirehbûna kampanyayê bigirin.

Kampanya 'birêz Ocalan' ji 23'ê gulanê û vir ve, pêl bi pêl belavî bajar û navçeyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bû.

Di ser roja kampanya dest pê kir re de, nêzî 50 roj derbas bûn. Di vê pêvajoyê de, 36 hezar kesan bi daxwaznameya 'Birêz Ocalan', serî li dozeriyê dan.

Di pêvajoya kampanyayê de, gelê Amedê jî, careke din cûdatiya xwe nîşan da û bi 25 hezar daxwaznameyan serî li dozgeriyê dan û balê kişand ser xwe.

Kesên daxwazname dan, dozên ji ber gotina 'Birêz Ocalan' protesto kirin û gotin: 'Heger bikaranîna gotina 'Birêz Ocalan' sûc be, ew jî îmze diavêjin bin heman sûcî'.

Hêzên tirk jî, di vê pêvajoyê de helwestên cur be cur yên astengkirinê nîşan dan.

Li gelek deveran dozgeriyan daxwazname red kirin, li Mêrsînê dadgehê daxwaznameyên bi gotina 'Birêz Ocalan' wekî 'Mafê daxwaznameya dayinê qebûl kir û dozgeriya Stenbolê jî, bi sedema bingeha sûc nîne, daxwazname red kirin.

Dozger û polîsên tirk ji bo gel bitirse, daxwazname nedin, herî kêm 495 kes girtin binçavan, lê belê dîsa jî kampanya berfireh bû.

Piştî ku li Amedê 25 hezar kes bi daxwaznameyên bi gotina 'Birêz Ocalan' serî li dozgeriyê dan, Kurdistanî li deverên din jî ketin nava tevgerê.

Li Wan û Edeneyê komîteyên amadekar ên 'Birêz Ocalan', lez dan kampanyayê û ewê jî di 17'ê tîrmehê de, bi hezaran daxwazname, serî li dozgeriyê bidin.

Komîteya Amadekar a Wanê pîlan dike, di 17'ê tîrmehê de, herî kêm bi 20 hezar daxwaznameyên bi gotina 'Birêz Ocalan' serî li dozgeriyê bide û wekî Amedê balê bikişîne ser xwe.

Li aliyê din, li navçeya Amed Farqînê îro 100 kes bi daxwaznameyan serî li dozgeriyê dan û tevlî kampanya 'Birêz Ocalan' bûn

< <<   >> >