Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Hêzên Parastina Gel HPG'ê diyar kir ku, wan 3 tûrîtsên alman girtine binçavan | Çap kirin |

Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG'ê derbarê aqûbeta tûrîstên alman de daxuyaniyek weşand.


HPG'ê da zanîn ku, gerîlayan di 9'ê tîrmehê de li Çiyayê Agiriyê 3 welatiyên alman girtine binçavan û got: 'Rewşa tenduristiya wan baş e. Ji bo ewlekariya canê welatiyên alman divê dewleta tirk operasyonan rawestîne'.

Fermandariya HPG'ê anî ziman ku tu dijminatiya wan ya li hemberî gelê alman nîne û li hemberî welatiyên alman tu pêkanînên xerab jî nekirine.

Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG'ê bal kişande ser dijminahiya dewleta alman ya li hemberî gelê kurd û têkoşîna wê ya li hemberî PKK'ê û got: 'Heta dewleta Alman nebêje, wê dev ji polîtîkaya dijminahiya gelê kurd û PKK'ê bernedaye, ewê welatiyên alman serbest bernedin.

Li aliyê din, 10 tûrîstên alman ên tevî 3 tûrîstên ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hatine binçavkirin, çûbûn herêmê, îro ji Bazîdê vegeriyan.

< <<   >> >