|
Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG'ê derbarê aqûbeta tûrîstên alman de daxuyaniyek weşand.
HPG'ê da zanîn ku, gerîlayan di 9'ê tîrmehê de li Çiyayê Agiriyê 3 welatiyên alman girtine binçavan û got: 'Rewşa tenduristiya wan baş e. Ji bo ewlekariya canê welatiyên alman divê dewleta tirk operasyonan rawestîne'. Fermandariya HPG'ê anî ziman ku tu dijminatiya wan ya li hemberî gelê alman nîne û li hemberî welatiyên alman tu pêkanînên xerab jî nekirine. Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG'ê bal kişande ser dijminahiya dewleta alman ya li hemberî gelê kurd û têkoşîna wê ya li hemberî PKK'ê û got: 'Heta dewleta Alman nebêje, wê dev ji polîtîkaya dijminahiya gelê kurd û PKK'ê bernedaye, ewê welatiyên alman serbest bernedin. Li aliyê din, 10 tûrîstên alman ên tevî 3 tûrîstên ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hatine binçavkirin, çûbûn herêmê, îro ji Bazîdê vegeriyan. |