Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Di şerên li Dersim, Mûş û Mêrdînê de, 13 leşker û 3 polîs hatin kuştin | Çap kirin |

&-Gerîlayên YJA-STAR û gerîlayên jin ên TKP-ML-TÎKKO li navçeya Dersim Çemizgezekê çalakiyeke hevpar pêk anîn.

&-Gerîlayên YJA-STAR û gerîlayên jin ên TKP-ML-TÎKKO li navçeya Dersim Çemizgezekê çalakiyeke hevpar pêk anîn.

Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku çalakiya hevpar pêr li navenda Çemizgezekê li hemberî Muduriyeta Polîsan, Noxteyeke Kontrolê, Lojmanên Leşker û Polîsan pêk hatiye.

HPG'ê da zanîn ku di encama çalakiyê de, 3 polîs hatine kuştin û gelek polîs birîndar bûne.

Gerîlayên YJA-STAR û TKP-ML-TÎKKO leşkerên xwestine mudaxale bikin jî, xistine kemînê, 2 leşker kuştine, 3 birîndar kirine û panzerek jî texrîb kiriye.

Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku doh jî gerîlayan li nêzî Çemişgezekê jî li leşkerên tirk xistine û di encamê de 4 leşker kuştine û bêwendahî vegeriyane cihên xwe.

YJA-STAR doh êvarê li nêzî navenda Dersimê jî, li yekîneyeke artêşa tirk xistine û di encamê de 2 leşker mirine û 3 leşker jî birîndar bûne.

Gerîlayên YJA-STAR doh li bejahiya navçeya Mûş Malazgîrtê jî, li leşkerên tirk xistin.

Navenda çapemeniya HPGê' da zanîn ku çalakî li hemberî girekî li nêzî qereqola Mûgîdî pêk hatiye û di encamê de 4 leşkerên tirk mirine û operasyona dest pê kiriye jî hê dewam dike.

Li aliyê din, gerîlayên HPG'ê, li navçeya Mêrdîn Savurê li leşkerên tirk ên derketibûn operasyonê xistin.

Di encama çalakiya li nêzî gundên Belizan, Avîna, Darman û Kunivê de, leşkerekî tirk miriye û 3 leşker jî birîndar bûne.

< <<   >> >