| Karayilan diyar kir ku, Talabanî ji kurdan zêdetir, alîgirîya tirkan dike | | Çap kirin | |
|
Karayilan, Serok-komarê Iraqê Celal Talabanî jî bi zimanekî tûnd rexne kir û da zanîn ku Talabanî ji kurdan zêdetir, alîgiriya tirkan dike. Karayilan, Serok-komarê Iraqê Celal Talabanî jî bi zimanekî tûnd rexne kir û da zanîn ku Talabanî ji kurdan zêdetir, alîgiriya tirkan dike. Karayilan, ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser hevkariya Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan û Fermandarê Hêzên Bejayî Îlker Başbûg. Karayilan operasyona Ergenekon wekî şerê serdestî û berjewendiyê nirxand û got ku, wisa fêm dibe di hevdîtina Erdogan û Îlker Başbûg de, sînor hatiye danîn û xetên operasyona Ergenekon hatine xêzkirin. Karayilan anî ziman ku, operasyona Erkenekon li hemberî du aliyane û got: 'Her du alî, dijberên xwe tasfiye dikin. Sînorê wê, artêşê daniye. Artêş jî dixwaze, hinek aliyên di nava xwe de tasfiye bike. Hesabên wê hene. Senaryoyên darbe û amadekariyên wê tên nîqaşkirin. Ma mumkun e di nava van amadekarî û rêxistinkirinê de sûbayên li ser karin nîn in? Di nava artêşê de jî baskên wan hene. Erdogan û Başbûg axivîne û sînorê operasyonê danîne'. Karayilan bi bîr xist ku ji destpêka Komara Tirk û pê ve, li Tirkiyê 3 alî yên wekî dewlet, îslamiyeta siyasî û kurd hebûn û got: 'Mudaxeleya niha, van her sê aliyan digire nava xwe. Hewl dide her sê aliyan bikişîn ser xetekê û Tirkiyê ji nû ve ava bikin'. Karayilan da zanîn ku, wê radîkalên AKP'ê jî bi awayekî bînin ser xetê û got: 'Êdî bi girtina AKP'ê dibe, an jî bi rêbazeke din, wê radîkalên AKP'ê jî tasfiye bikin. Karayilan bal kişand ser pêkanînên li dijî Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd jî û got: 'Divê pêvajoyê de qûsandina porê Rêber APO, hedef-girtina rêveberên me, êrîşên li hemberî Tevgera Me, zext û doza girtinê ya DTP'ê, hemî girêdayî vê operasyonê ne'. Karayilan pêkanînên li dijî Ocalan, wekî êşkence nirxand û got: '50 rojên demên dawî yên Rêber APO, hucreya di nava hucreyê de derbas bûn. Herî dawî qusandina porê wî. Hewldanên nerazana wî. Ev hemî êşkence ne. Rêberê me li hemberî van êşkenceyan têkoşîna îradeyê mezin nîşan dide. Ev berxwendaneke mezin e. Ev berxwendan û helwesta Rêberê me, dîrokî ne. Çawa em dibêjin êrîşên li hemberî Rêber APO, êrîşên li hemberî gelê kurd in. Rêber APO jî, bi berxwedana xwe, rûmeta gelê kurd diparêze û berxwedana wî berxwedana gelê kurd e'. Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan bal kişand ser 2'mîn pêngava Êdî Bes e jî û got: 'Em li hemberî hemî êrîşan li ber xwe didin. Li ber xwe dayin, sedema hebûna me ye. Paşde gav-avêtin, wê wendakirinê bi xwe re bîne. Ji ber vê divê hem wekî tevger û gel, li hemberî pêkanînên li dijî Rêber APO, berxwedaneke dîrokî pêş bixin'. Karayilan ji gelê kurd jî xwest ku çalakiyên 2'mîn Pêngava Êdî Bes e xurt bikin û careke din nîşan bidin ku, ewê ji îradeya xwe tu tawîzan nedin û got: 'Divê tenê bi kampanya 'Birêz Ocalan' xwe sînor nekin. Tenê gotina 'Birêz Ocalan' têrê nake. Divê mirov balê bikişîne ser êşkenceya Îmraliyê. Silogana me ya demê 'Bila dawî li êşkenceya Îmraliyê bê, 'Rêber APO bê tedawîkirin' û Azadî ye'. Karayilan, ji ber çalakiya girseyî ya gelê Amedê ya ji bo kampanya 'Birêz Ocalan', kêfxweşiya xwe anî ziman, gelê Amedê silav kir û xwest ku çalakiyên bi vî rengî li deverên din jî pêk bên. Karayilan bal kişand kişand ser civîna Platforma Abantê ya derbarê pirsgirêka kurd de pêk hatibû û got: 'Dibe ku kesên tevlî civînê bibin, durust û alîgirê çareseriyê bin. Lê belê armanca kesên civînê pêk tînin, ne çareserî, armanca wan bazirganiya siyasî ye. Rêveberên Platforma Abantê, dixwazin di çarçoveya xeta îslamiyeta siyasî de, kurdan bixapînin'. Karayilan, Serok-komarê Iraqê Celal Talabanî jî bi zimanekî tûnd rexne kir û da zanîn ku Talabanî ji kurdan zêdetir, alîgirîya tirkan dike. Karayilan bi bîr xist, aliyê ku rastî şîdetê tê kurdin û got: 'Birêz Talabanî bi xwe jî vê rastiyê dizane, lê belê dîsa jî, alîgiriya dewleta tirk dike. Divê Talabanî dev ji alîgiriya dewleta tirk berde, li gorî rastiyan tevbigere û xizmetê berjewendiyên kurdan bike'. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 