| Parêzer wê sibe hewl bidin biçin Girava Îmraliyê | | Çap kirin | |
Parêzerên Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan wê sibe hewl bidin ji bo hevdîtinê biçin Girava Îmraliyê. Ji parêzerên Ocalan, Omer Guneş, Mehmet Bayraktar û Mehmet Sanî Kizilkaya, wê sibe ji bo hevdîtina heftane derbasî Girava Îmraliyê bibin, biçin Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê. Heger rayedarên tirk bahaneyek nîşan nedin, wê parêzer piştî kontrola rûtîn biçin Girtîgeha Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Ocalan re pêk bînin. Ocalan di hevdîtina hefteya derbasbûyî de bal kişandibû ser pêkanînên kêfî yên rêveberiya tirk. Ocalan diyar kiribû ku, rayedarên tirk bi zorê porê wî qusandiye û dixwazin bi vê peyama 'ew hertim di bin kontrola dewletê de ye' bidin. Ocalan, qusandina porê wî, wekî hewldana rûmet-şikandinê nirxandibû û ji bo dawî li pêkanînên rûmet-şikandinê bîne, rêveberiya tirk hişyar kiribû. Ocalan diyar kiribû ku, ligel hemî pêkanînên rayedarên tirk ewê bizanibe ku şexsiyet û rûmeta xwe biparêze û gotibû ku wê heta nefesa xwe ya dawî, bi rûmet û şeref bijî. Ocalan careke din bi bîr xistibû ku, ewê çalakiyên wekî întixarî pêk neyîne û gotibû heger tiştek wisa çêbibe jî, wê berpirsiyar dewlet bi xwe be. Ocalan operasyona li hemberî orgeneralên teqawitbûyî jî, wekî şerê serdestî yê neteweperest û AKP'iyan nirxandibû û ji kurdan jî xwestibû nebin aliyê vî şerî. Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de ji kongreya DTP'ê jî, serkeftin xwestibû û gotibû, heger pirsgirêkên wan hebin, bila bi riya kongrê çareser bikin û ji bo demokratîk-kirinê jî, çi ji destê wan bê, bila bikin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

Parêzerên Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan wê sibe hewl bidin ji bo hevdîtinê biçin Girava Îmraliyê.