| ROJ Tv li Almanyayê qedexeye. | | Çap kirin | |
Rêveberiya Almanyayê, wekî rêveberiya tirk tevgeriya û bi îdîaya propaganya PKK'ê dike, ROJ Tv li Almanyayê qedexe kir.Kordînasyona Civaka Demokratîk a Kurdên Ewropayê CDK'ê jî qedexeya ROJ TV'ê şermezar kir û ji gelê kurd xwest ku, xwedî li ROJ Tv'ê derkeve. Koma Civakên Kurdistan KCK'ê ji ber qedexeya li hemberî ROJ TV'ê, rêveberiya Almanya hişyar kir. Wezereta Karên Hundurîn a Almanyayê biryara li Almanya qedexekirina ROJ TV'ê di 19'ê hezîranê de girtiye. Wezîrê Karên Hundur yê alman Wolfgang Schauble wekî wezîrê tirk be tevgeriyaye û îdîa kiriye ku ROJ TV propagandaya PKK'ê dike. Wezîr Schauble gotiye ku ROJ Tv pesnê PKK'ê dide û weşana xwe di çarçoveya siyaseta PKK'ê de dike û ji ber vê jî, hemû xebatên Roj Tv'ê û xebatên bazirganî yên şîrketa ROJ TV'ê Mezopotamîa Broadcastîn yên li Almanyayê qedexe kirine. Wezereta Alman derbarê studyoya şîrketa VÎKO yê li Wupertalê de jî biryara girtinê û dest danîne ser alawên wê daye. Rêveberiya Roj Tv'ê jî, reaksiyoneke tûnd nîşanê biryara Almanya da û biryara qedexekirina xebatên Roj Tv'ê wekî skandalek bi nav kir. Rêveberiya Roj Tv'ê diyar kir ku, Wezereta Karên Derve derketiye derveyê erka xwe û biryareke siyasî daye û anî ziman ku, ji bo betalkirina biryarê ewê serî li rêyên hiqûqî bidin. Parlementera Partiya Sosyalîzma Demkratîk Ulla Jelpke jî, biryara qedexekirina ROJ Tv'ê wekî benzîn rijandina ser pevçûna kurd û tirkan nirxand. Parlementer Ulla Jelpke bi zimanekî tûnd biryar şeremzar kir û got ku, rêveberiya Berlîn bi vê biryarê şerê di navbera kurd û tirkan de dijwar dike. Kongra-Gel jî, ji ber biryara qedexekirina Roj Tv'ê, rêveberiya Almanya şermezar kir.Serokatiya Kongra-Gel diyar kir ku dewleta almanya, ji bo hin berjewendiyan hiqûqa xwe bin pê dike û taşeroniya dewleta tirk dike. Kongra-Gel da zanîn ku dewleta alman, piştî qedexeya PKK'yê ya 1993'an, di siyaseta dij-kurdan de, gaveke din pêş biriye. Kongra-Gel anî ziman ku dewleta alman bi biryara qedexekirina ROJ TV'ê, xizmetê şer û bi piştgirîdayina polîtîkaya îmhayê ya dewleta tirk jî, sûcê li hemberî mirovahiyê pêk tîne. Serokatiya Kongra-Gel got ku, dewleta alman dixwaze bi biryara qedexekirina ROJ TV'ê, morala gelê kurd xera bikin, lê belê wê ev yek moralê kurd xera neke, berovajî berxwedan û hêrsa gelê kurd zêde bike. Kongra-Gel ji kurdistaniyên li Almanya û ji hemû dostên gelê kurd xwest ku li hemberî biryara dewleta Alman dengê xwe zêde bikin û heta encamê bi dest bixin jî, pêngava Êdî bes e dewam bikin. Konfederasyona Komeleyên Kurd ên li Ewropayê KON-KURD jî, biryara dewleta alman ya li dijî Roj Tv'ê şermezar kir û xwest biryar were betalkirin. Kordînasyona Civaka Demokratîk a Kurdên Ewropayê CDK'ê jî qedexeya ROJ TV'ê şermezar kir û ji gelê kurd xwest ku, xwedî li ROJ Tv'ê derkeve. Koma Civakên Kurdistan KCK'ê ji ber qedexeya li hemberî ROJ TV'ê, rêveberiya Almanya hişyar kir. KCK'ê diyar kir ku, Almanya ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî, hertim li hemberî Tevgera Azadiya Kurd, piştgirî dide dewleta Tirk. KCK bal kişand ser têkiliyên Almanya yên bi dewletên kurdan qetil dikin re û got: 'Almanya ji sala 1987'an û pê ve, pêşenga Têkoşîna Azadiya li Bakurê Kurdistanê kiriye hedef. Almanya di salên 90'î de bi dayina çekan a Tirkiyê, bû hevpara komkujîya kurdan û valakirin û şewitandina bi hezaran gundên kurdan'. Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi bîr xist ku di dîlketina Rêberê wan Abdullah Ocalan de jî rola Almanya heye û got: 'Her çiqas biryara girtinê ya dadgeheke alman ya derbarê Rêberê me de hebû jî, dema Rêberê me di 12'ê mijdara 1998'an de çû Îtalya, Almanya Rêberê me ji Îtalyayê nexwest. Almanya ev yek ji ber ku ji komployê agahdar bû û ji bo pêşiya komployê negire, kir'. KCK'ê da zanîn ku rêveberiya alman, bi şantaj û senaryoyên cur be cur êrîşê saziyên rewa, qanûnî û demokratîk yên gelê kurd kirin, heta niha gelek kurd girtin. Di 2 salên dawî de jî, xebatên qanûnî û demokratîk yên çapemeniya kurd hedef girtine. Herî dawî jî, xebatên ROJ TV'ê qedexe kirine. Almanya bi vê biryarê ne rêxistinek, hemî gelê kurd hedef girtiye û polîtîkaya li dijî kurdan jî derxistiye asta dijminahiyê'. KCK'ê anî ziman ku ev biryara Almanyayê, di pêşiya çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd de bibe astengiyek û ji Almanya û dewletên rojavayê xwest, gavên piştgirî didin polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta tirk neavêjin. Serokatiya Konseya Rêveber ji dewleta Alman xwest ku dawî li dijminahiya li hemberî gelê kurd û Tevgera Azadiyê bîne û got: 'Em careke din bi bîr dixin ku, ev polîtîka xizmetê berjewendiyên gelê alman nake. Û heger ev polîtîka dewam bike jî, ji tiştên pêk bên jî, wê dewleta alman bi xwe berpirsyar be'. KCK ji gelê kurd û hêzên demokratîk ên alman jî xwest ku li hemberî pêkanîna dewleta alman dengê xwe bilind bidkin û piştgirî bidin xeta Tevgera Azadiya Kurd ya ji bo çareseriya demokratîk. Li aliyê din KNK û gelek saziyên din, rêveberiya alman ji ber qedexeya li hemberî ROJ Tv'ê şermezar kir û xwest ku biryar paşde bêgirtin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 
Rêveberiya Almanyayê, wekî rêveberiya tirk tevgeriya û bi îdîaya propaganya PKK'ê dike, ROJ Tv li Almanyayê qedexe kir.