| Dewleta tirk hevdîtin asteng kir. | | Çap kirin | |
Dewleta tirk hevdîtina heftane ya bi Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan re asteng kir.Lê belê rayedarên fermandariyê bi bahaneya keştî xerabeye, parêzer paşde vegerandin. Li aliyê din Kampanya 'Birêz Ocalan' her ku diçe belav dibe û hêzên tirk jî li hemberî kampanyayê har dibin. Ji parêzerên Ocalan, Ebru Gunay, Muharrem Şahîn, Înan Akmeşe û Huseyîn Cangîr vê sibe ji bo hevdîtina heftena derbasî Girava Îmraliyê bibin, çûn Fermandariya Cendirmeyan ya Gemlîkê. Lê belê rayedarên fermandariyê bi bahaneya keştî xerabeye, parêzer paşde vegerandin. Heman rayedaran ji parêzeran re gotine, dibe ku tamîr-kirina keştiyê demeke dirêj biajo.Îro jî li Mêrdînê bi sedena kesan, bi daxwaznameyên 'Birêz Ocalan' xwe îxbar kirin. Li Mêrdînê îro jî, kurdistanî li hemberî dozên ji ber gotina 'Birêz Ocalan' di nava tevgerê de bûn. Nêzî 200 kesên daxwaznameyên bi gotina 'Birêz' xîtabî Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan kirine, li ber avahiya DTP'a Mêrdînê li hev kom bûn. Girseya li hev kom bûyî dûre ji bo daxwaznameyan bidin dozgeriyê ber bi edliyeyê dest bi meşê kirin. Lê belê polîsan, bi îdîaya dozgerî ferman daye wan û wê daxwaznameyan qebûl neke, nehişt girse bimeşe. Li ser vê jî nêzî 200 kesan, daxwaznameyên bi gotina 'Birêz Ocalan' bi posteyê şandin dozgeriyê. Endamê Konseya Fermandarî û Fermandarê Sahaya Zagros yê HPG'ê Huseyîn Mahîr, hemû kesên ji bo protestokirina dozên li hemberî gotina 'Birêz Ocalan' daxwazname dan dozgeriyê, silav kirin. Fermandarê HPG'yî Huseyîn Mahîr ji ber kampanya kurdistaniyan li hemberî gotina 'Birêz Ocalan' kêfxweşiya gerîlayan anî ziman û got: 'Ev hewldaneke nû ye. GElê kurd niha bi gotina 'Birêz Ocalan' xwe îxbar dike. Ev helwesteke baş û erêniye'. Huseyîn Mahîr xwest ku kampanya were firehkirin û got: 'Divê kampanya bi hezaran kesan bi sînor nemîne. Divê bi mîlyonan kes tevlî vê kampanyayê bibin û dilsoziya bi Ocalan re bi hêztir bikin'. Endamê Konseya Fermandarî û Fermandarê Sahaya Zagros yê HPG'ê Huseyîn Mahîr banga tevlîbûna gerîla li hemû ciwanên kurd kir û got: 'Em hemî ciwanên kurd, wekî gerîlayek dibînin. Divê ciwan bi berpirsiyariya dîrokî tevbigerin û çalakiyan pêk bînin'. Fermandarê HPG'yî ji ciwanên kurd xwest ku tevlî nav referên gerîla bibin û di têkoşîna azadiyê de, wekî wezîfeya yekemîn tevlîbûna gerîla bibînin.Bi sedan kurdistaniyan li Strasbûrgê bal kişand ser rewşa tenduristiya Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan. Nêzî 500 kurdistaniyên Fransa, Almanya û Swîsreyê, îro li ber avahiya Konseya Ewropayê, pêkanînên li dijî Ocalan, bi çalakiyekê protesto kirin. Bi sedan kurdistaniyên tevlî çalakiyê bûn, siloganên ji bo Ocalan qîriyan û ji Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê xwest pêwistiya berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Kurdistaniyan bi bîr xistin ku, ligel rapora Komîteya Pêşîgirtina Êşkencê CPT'ê, Tirkiyê tu tişt nekirine û xwestin ku ji bo pêwistiyên raporê werin bi cih anîn, zext li Tirkiyê bên kirin. Nêzî 500 kurdistaniyan piştî daxwazên xwe bi dosyayekê ragihandin rayedarên Konseya Ewropayê dawî li çalakiya xwe anîn. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 
Dewleta tirk hevdîtina heftane ya bi Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan re asteng kir.