| Mirina siyasetmedarên kurd DTP û saziyên kurd xist nava xemgîniyeke mezin. | | Çap kirin | |
|
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê jî, ji ber qezayê mirina Cîhan Denîz û Husnu Ablay xemgîniya xwe anî ziman. KCK'ê peyameke sersaxî weşand û da zanîn ku, mirina Cîhan Denîz û Husnu Ablay ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd wendahiyeke mezin e. Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê anî ziman ku Denîz û Ablay mîlîtanên xeta PKK'ê bûn û di bin şertên bi her awayî de xebatên ji bo azadiya gelê kurd meşandine û dilsoziya bi xeta Rêber APO re nîşan dane. KCK'ê ji ber wendahiya Cîhan Denîz û Husnu Ablay xemgîniya xwe anî ziman û ji malbata wan û gelê kurd re jî sersaxî xwest. Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê doza xwedî-derketina li têkoşîna Denîz û Ablay jî da û got ku, rêya xwedî-derketina li şehîdan, di pêşxistina têkoşîna azadiyê û serkeftina pêngava Êdî bese re derbas dibe.Jiyana Cîhan Denîz û Husnu Ablay, di nav têkoşîna azadiyê de derbas bû. Cîhan Denîz û Husnu Ablay di dema zarokatiya xwe de, tevlî Têkoşîna Azadiya Kurd bûn û heta deqeya dawî ya jiyana xwe jî, bi awayekî çalak têkoşîna xwe meşandin. Siyasetmedar Cîhan Denîz di sala 1976'an de li navçeya Amed Qulpê hate dinê, dibistana seretayî û navîn li Qulpê û Lîse jî li Stenbolê xwend. Cîhan Denîz di dema xwendina lîseyê de Têkoşîna Azadiya Kurd nas kir û di 17 saliya xwe de jî tevlî PKK'ê bû. Di sala 1994'an de jî, di şerekî li Alî Bogazi ya Dersimê de bi awayekî birîndar hate girtin û 10 sal li girtîgehê ma û di sala 2004'an de derket. Cîhan Denîz pişt îji girtîgehê derket jî, di Tevgera Welatiyên Azad û DEHAP'ê de xebat meşandin û ji ber bûyerên 28'ê adara 2006'an ên li Amedê, careke din hate girtin û 3 mehan li girtîgehê ma. Cîhan Denîz di avakirina xebatên DTP'ê de jî cih girt û heta qezaya doh jî, xebatên ji bo DTP û Tevgera Welatiyên Azad dimeşandin. Siyasetmedar Husnu Ablay yê ji ber heman qezayê jiyana xwe ji dest da jî, jiyana xwe di nav tevgera azadiyê de derbas kir. Husnu Ablay di sala 1975'an de li navçeya Mêrdîn Şemrexê hate dinê, dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê xwend. Di sala 1990'î de ligel 15 saliya xwe, bi awayekî çalak di nav siyasetê de cih girt û di sala 1992'an de jî tevlî PKK'ê bû. Husnu Ablay piştî demek li gerîla ma, di sala 1995'an de ji bo xebatên siyasî li navenda Amedê hate wezîfedarkirin û heman salê hate girtin û 10 salan li girtîgehê ma. Husnu Ablay jî piştî ku ji girtîgehê derket wekî Cîhan Denîz di xebatên DTP û Tevgera Welatiyên Azad de cih girt û di qezaya doh de jî jiyana xwe ji dest da.Komîteya Azadî û Tendurîstiya Ocalan banga xwedî derketina şehîdên Demokrasiyê kir. Komîteya Azadî û Tenduristiya Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, ji bo Cîhan Denîz û Husnu Ablay peyameke sersaxiye weşand. Komîteyê, Denîz û Ablay weke mîlîtanên Apotiyê binavkir û da zanîn ku ew şehîdên pêngava Êdî Bes e yên dawî ne. Komîteyê, bal kişand ser kesayeta Deniz û Ablay, û wiha got: Wan xwe li gorî esasê 'rêber Apo bijî û bide jiyîn' tevlî pêvajoye kirin. Komîteya Azadî û Tenduristiya Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, ji bo Denîz û Ablay banga xurtkirina Pêngava Êdî Bes e kir û ji malbata wan û gelê Kurd re sersaxî xwest. Li aliyê din merasima vekirina Parka Ciwanan ya Şaredariya Lîcê, vegeriya merasima bîranîna siyasetmedarên kurd Cîhan Denîz û Husnu Albay. Şaredarê Lîceyê Şeymus Bayhan di merasima vekirinê de ji malbatên Cîhan Denîz û Husnu Ablay û ji gelê kurd re sersaxî xwest û banga xurtkirina têkoşînê û bi cih anîna daxwazên Denîz û Ablay li kurdistaniyan kir. Li aliyê din, doh tevî Amed, Batman, Wan, Sêrt, Riha û li hemî deverên lê avahiyên DTP'ê hene, ji ber şehadeta Cîhan Denîz û Husnu Ablay serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin. Di vê navberê Kongra Civaka Demokratîk jî, ji ber şehadeta Cîhan Denîz û Husnu Ablay peyameke sersaxî weşand û banga xurtkirina têkoşîna Denîz û Ablay kir.DTP ji bo şehîdên Aştî û Demokrasiyê 2 roj şîn îlan kir. Ji siyasetmedarên kurd Cîhan Denîz û Husnu Ablay pêr êvarê di encama qezayeke trafîkê nêzî Dîlokê de jiyana xwe ji dest dabûn. Doh jî, bi hezaran kesan, Cîhan Denîz û Husnu Ablay li Amedê veşartin. Partiya Civaka Demokratîk DTP'ê ji ber qezayê mirina Cîhan Denîz û Husnu Ablay 2 rojan şîn îlan kir. Di çarçoveya biryara DTP'ê de, wê li hemû avahiyên DTP'ê yên bajar, navçe û bajerokan, serdanên sersaxiyê werin qebûlkirin. Li aliyê din Festîvala Çand û Hunerê ya Ehmedê Xanî ku her sal li Bazîdê gelemperî pêk tê, ji ber mirina siyasetmedarên kurd Cîhan Denîz û Husnu Ablay hate betalkirin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 