| 2 Siyasetmedarên Kurd jiyana xwe ji dest dan. | | Çap kirin | |
|
Siyasetmedarên kurd Cîhan Denîz û Husnu Ablay di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.
DTP'ê ji ber qezaya dijwar civîna komê betal kir, rayedar û parlementerên partiyê jî, ji bo tevlî merasima cenazeyê bibin çûn Amedê. Qezaya trafîkê doh êvarê li nêzî Dîlokê pêk hat. Siyasetmedarên kurd Cîhan Denîz, Husnu Ablay, Bayram Altun û Hasan Iraz doh bi wesaîteke taybet ji Amedê ber bi Enqerê ve bi rê ketin. Wesaîta siyasetmedarên kurd, 25 kîlometre li nêzî Dîlokê, qezaya trafîkê derbas kir. Di encama qezayê de siyasetmedarê kurd Cîhan Denîz û Husnu Ablay jiyana xwe ji dest dan, Hasan Iraz birîndar bû û Endamê Desteya Rêveber a Navendî yê DTP'ê Bayram Altûn jî, ji qezayê bêbirîn rizgar bû. Cenazeyê Cîhan Denîz û Husnu Ablay wê îro li Amedê bi merasimeke girseyî werin veşartin. Mirina siyasetmedarên kurd Cîhan Denîz û Husnu Ablay DTP û saziyên kurd xist nava xemgîniyeke mezin. DTP'ê ji ber qezayê, civîna koma partiyê ya parlemenê ku wê îro pêk bihata betal kir. Hev-seroka DTP'ê Emîne Ayna, rayedar, parlementer, şaredar û rêveberên gelek bajar û navçeyan ji bo tevlî merasima cenazeyê bibin çûn Amedê. Di vê navberê de, DTP'iyên doh êvarê çûn Dîlokê, cenazeyên Cîhan Denîz û Husnu Ablay ji bo veşartinê birin Amedê. Cenazeyên Cîhan Denîz û Husnu Ablay ji bo pêwistiyên olî birin Mizgefta Bayramoglu û wê piştî nîvro li Goristana Şehîdan ya Amedê bên veşartin. Tê payin bi hezaran kes tevlî merasima cenazeyan bibin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 