| KCK:'pêvajoya têkçûna AKP'ê jî dest pê kiriye' | | Çap kirin | |
Koma Civakên Kurdistan KCK'ê sedema krîza siyasî û leşkerî ya li Tirkiyê, wekî encama têkçûnê nirxand û da zanîn ku pêvajoya têkçûna AKP'ê jî dest pê kiriye.Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Duran Kalkan berxwedana Tevgera Azadiya Kurd û krîza siyasî ya li Tirkiyê ji Ajansa Nûçeyan a Firat ANF'ê re nirxand. Kalkan bal kişand ser darbeyên gerîlayên HPG'ê li artêşa tirk xistine û got ku, hukumeta AKP û Serfermandariya Artêşa tirk bi hêzên mûxalîf, hêzên stakoparêz yên Rojhilata Navîn û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re, ji bo tasfîyekirina Tevgera Azadiya Kurd li hev kirin. Pişt re jî, dest bi operayonên îmhayê kirin. Lê belê HPG'ê ev plan ferq kir û bi berxwendana xwe, ev plan û lîstik xera kir'. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Duran Kalkan anî ziman ku, artêşa tirk dixwest bi êrîşên hewayî, serdestiya moral û psîkolojîk bi dest bixe û dûre bi operasyona bejayî encam bi dest bixe û got: 'Ji bo vê, di 21'ê sibatê de, Biryargeha Navendî ya HPG'yê ya li Zapê hedef girtin. Lê belê HPG'ê ev plana artêşa tirk jî têk bir û darbeyên mezin li wê xistin'. Kalkan da zanîn ku sedema krîza li Tirkiyê, encama têkçûna siyasî û leşkerî ya Tirkiyê ya li hemberî Tevgera Azadiya Kurd e û got: 'Darbeyên HPG'ê, yektiya di navbera siyasiyan û leşkerên tirk de xera kir. Duran Kalkan bal kişand ser pêwistiya nû kirina siyaseta Tirkiyê jî û got: 'Êdî AKP'ê mîsyona xwe temam kir. AKP ji bo kurdan kontrol bikin, bikaranîn. AKP'ê rola xwe lîst û ji ber vê niha pêvajoya berjêrçûna wê dest pê kiriye. Lewma niha li Tirkiyê valahiyeke siyasetê heye. Ji bo vê jî, pêwistî bi nû kirina siyasetê û pêwistî bi aktorên nû heye'. Kalkan anî ziman ku, bûyer û pêşketinên dawî, nîşan didin peymana Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan û Serfermandarê tirk Yaşar Buyukanit ya Qersa Dolbahçeyê xera bûye. Doza girtina AKP'ê îspata vê yekê ye. Bi îhtimala mezin wê AKP'ê bigirin. Ev nebe jî, wê Erdogan û hevalên wî yên nêz, bêbandor bikin. AKP di cihê çareseriyê de serî li derewan û bi makarna û komurê xapandina gel kirin. Bi serhildanên meha sibat, adar û nîsanê yên li Kurdistanê îspat bû ku, AKP'ê bandora xwe wenda kiriye. Êdî nikare gelê kurd bixapîne. Lewma jî pêvajoya têkbirina wê dan destpêkirin'. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Duran Kalkan bal kişand ser rewşa Tevgera Azadiya Kurd jî û got: 'Tevgera Azadiya Kurd ji herdemî zêdetir di nava amadakariyeke mezin de ye. Ji herdemî zêdetir potansiyela berxwedanê zêde bûye. Di rojên pêş de wê ev berxwedan pêş bikeve. Her ku ev berxwenda gel û gerîla pêş bikeve, wê krîza siyasî ya li Tirkiyê jî, ew qas kûrtir bibe. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

Koma Civakên Kurdistan KCK'ê sedema krîza siyasî û leşkerî ya li Tirkiyê, wekî encama têkçûnê nirxand û da zanîn ku pêvajoya têkçûna AKP'ê jî dest pê kiriye.