Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
HPG li Amed û Colemêrgê li leşkerên tirk xistin. | Çap kirin |
Gerîlayên Hêzên Parastina Gel HPG'î li Amed û Colemêrgê li leşkerên tirk xistin, 6 leşker kuştin.

Navenda çapemeniya HPG'î derbarê opersyon û çalakiyan de daxuyaniyek weşand.

HPG'ê ragîhand ku artêşa tirk di 23 hezîranê de ji bo tevlîbûna merasîme ji Fermandarên HPG'î Alî Çelîk bi navê kod Avereş Firat asteng bike li gundê Pirejmanê ketiye nava tevgerê.

Gerîlayên HPG'ê jî di heman rojê de çalakiyek lidarxistine û di encamê de 3 leşker hatine kuştin gelek leşker jî birîndar bûn.

Navenda çapemaniyê da zanîn ku li bejahiya Colemêrgê jî di heman rojê gerîlayên YJA-STAR li derdora qereqola Şitaza yê li hemberê leşkerên derkertibûn operasyonê çalakiyek lidarxistin.

Di encama çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û mewziyek bi temamî îmha bûye.

Li aliyê din Gerîlayên Hêzên Parastina Gel HPG'ê li navçeyên Colemêr Şemzînan û Geverê bi çekên giran,rokêt û topên hawanê êrîşê qereqolan kir.

Derbarê encama êrîşên li hemberê qereqolên Tekelî û Yeşîltaşê de agahiyên zêde bidest neketin.

< <<   >> >