Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Ocalan:'AKP'ê mîsyona xwe qedandiye û wê êdî nikaribe bi ser xwe were. | Çap kirin |
 Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan li hemberî xetereyên komkujiyan banga yekitiyê li kurdistaniyan kir.
Ocalan, encama operasyona bejahiya artêşa tirk ya li hemberî Başûr jî, wekî îspata nikarin wî tasfiye bikin nirxand û ji bo AKP'ê jî got, mîsyona xwe qedandiye û wê êdî nikaribe bi ser xwe were.

Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî û derbarê pêşeroja AKP, pirgirêka kurd û rewşa herêmê de dîtinên xwe anîn ziman.

Ocalan operasyona bejahiya artêşa tirk ya li hemberî Başûrê Kurdistanê pêk anîbû nirxand û got: 'Ez texmîn dikim bi vê operasyonê êdî fêm kirine ku, nikarin min tasfiye bikin'.

Ocalan bal kişand ser cezayê hucreyê got: 'Cezayê hucreyê yê 20 rojî, sibe diqede. Piştî navbera rojekî, wê cezayê hucreyê yê 10 rojî dest pê bike. Min bi îtîrazî biryara cezayê kir. Ez texmîn dikin wê ceza heta 10 rojan biqede. A rast, cezayê 20 rojî yê din, dubare ya berê ye. Ji ber heman hevdîtinê du caran ceza dane'.

Ocalan anî ziman ku, ew nivîsandina parêznameya xwe dewam dike û ji ber vê jî, şevan hindik radizê û dixwaze rojek zû biqedîne.

Ocalan da zanîn ku encama operasyona bejayî, wê hin tiştan bi xwe re bîne û got: 'Di pirsgirêka kurd de, pêşketinên nû mumkun in. Wê encameke operasyona bejayî hebe. Dibe ku, Hêzên navnetewî yên wekî Rûsya, Çîn, Emerîka, Îngilistan, Fransa û Yekitiya Ewropayê, bixwazin rola xwe zêde bikin. Tirkiye hê hêvî dike bi hevkariya Îran û Suriyê re encamek bi dest bixe'.

Ocalan, pêşketinên demên dawî yên li Tirkiyê jî, wekî darbe bi nav kirin û got: 'Tiştên bûn darbe ne. Ew dibêjin qey 'Ergenekon û dewleta kûr dijberî Emerîkayê ne. Lê belê rastî ne wisa ye.

Ocalan bal kişand ser talukeyên li dijî gelê kurd jî û got: 'Divê gelê kurd bi baldar be û yekitiya xwe pêk bîne. Heger kurd baldar nebin û yekitiya xwe pêk neynin, wê bi wendakirinê re rû bi rû bimînin. Talukeyeke wisa niha li Başûr heye. Heger Emerîka ji herêmê vekişe, wê herem karibin di nava 24 saetan de kurdan ji holê rakin. Li Îranê jî heman taluke heye. Li Tirkiyê jî, talukeya nijatperestiyê heye. Ez li dijî polîtîkayên Emerîka û Îsraîlê yên Rojhilata Navîn derketim û ezê ji niha û pê ve jî derkevim. Dixwazin nijatperestiyê sor bikin. Ji ber vê yekê ez behsa Partiya Siwan dikim. Heger Hêzên Demokratîk karibin bibin yek û baş bixebitin, wê karibin pêşiya hemû komkujiyan bigirin.

Ocalan da zanîn ku bingeha AKP'ê li Îngilistanê hatiye avêtin û got: 'Xuyaye AKP girtine bin kontrolê. Bingeha wê beriya 30 salan li Îngilistanê hatibû avêtin. Ev rastî tê zanîn. Alman jî, beriya niha bi derdorên îslamî ketin têkiliyê. Bi Necmettîn Erbakan têkiliî pêş xistin. Ji ber vê, 'Tevgera Mîlî Goruş ya Erbakan li Almanya hê jî bi hêz e'.

Ocalan bal kişand ser piştgiriya Emerîka û Îngilistanê ya ji bo AKP'ê jî û got: 'Polîtîkayên Emerîka û Îngilistanê rê li ber avabûna AKP'ê û mezinbûna wê vekir. Van hêzan xwest bi AKP'ê kurdan kontrol bikin û bi Denîz Baykal jî pêşiya mûxalefeta çep ya bi hêz bigirin'.

Ocalan got ku, derbarê kurdan de ji xwe hevkariyek hebû. Bi AKP'ê jî, dest bi pêkanîna polîtîkayên xwe yên cûda kirin. Piştî pêşketinên dawî, êdî pêwistî bi AKP'ê nema. Yanî AKP'ê mîsyona xwe temam kir. Ji ber vê ye dengên wê kêm dibin û wê hê jî kêm bibin.

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan li ser doza girtina AKP'ê jî dîtinên xwe anîn ziman û got: 'Bi biryara girtinê, wê AKP parçe bibe.

Dema AKP bêgirtin, partiya di cihê wê de bêavakirin, wê wekî partiya bûrjuwaya navîn bimîne. Bibe partiyeke bazirganan. Lê belê wê şansê wê yê desthilatdarî çênebe'.

Ocalan careke din pêwistiya partiyeke sîwan anî ziman û got: 'Bi pêşketinên dawî re dengên DTP'ê zêde bûne. Wê zêdebûna dengên DTP'ê dewam jî bike. Heger siyaseteke demokratîk pêş bixin, wê dengê DTP'ê zêdetir bibin. Ji bo partiya sîvan pêwistî bi hevdîtinanên derdorên din re yên kurdan heye. Pêwistî bi yekitiya kurdan heye. Divê kurd werin cem hev û nîşan bidin ku, ew bi hev re tevdigerin'.

Ocalan bal kişand ser polîtîkaya Emerîka û Îsraîlê ya derbarê kurdan de jî û got: ' Emerîka û Îsraîl dixwazin hemî kurdan bi riya Iraqê kontrol bikin. Di hewldana kontrolkirina kurdan de, sermayeya Îsraîl roleke girîng dilîze. AKP bi hevkariya wan re bû desthilatdar. Ez îdîa dikim ku, heta destûra sermayeya cihû tunebe, dikanek jî nikare vebe. A rast sermayeya TIrkiyê, ji sala 1923'an û pê ve, bi Kongreya Aborî ya Îzmîrê ketiye bin bandora sermayeya cihû. Sedema mezinbûn û pêşketina Koç Holdîng, sermayeya cihûye. Sermayeya cihû hertim ew kontrol kiriye'.

Ocalan çavdêriyeke xwe ya salên 70'ê jî anî ziman û got: 'Min di salên 70'î de jî lêkolîn kiribû, hê jî dikim. Wê demê tenê sermayeya Koma Doguş Holdîng hebû. Min markaya Vestel jî lêkolîn kir. Têkliya wan bi Cîtîbank re heye. Cîtîbank bi sermayaye cihû hatiye avakirin. Vestel'ê jî bi vî rengî kontrol dikin, yanî Vestel berhemeke sermayeya cihû ye'.

Ocalan diyar kir ku,piraniya axa Rihayê, cihûyan kiriye û got: 'Ne bi rast ra rast bi navê xwe. Lê belê bi navên şîrketên cûda, beşeke mezin ya axa Riha kirîne. Ji kengê ve, vê xebat û planê dikin? Paşeroja vê ya 800 salî heye. Cihûyan di encama têkoşîna sed salan de li Anatoliyê bandora xirîstiyanan şikandiye û bandora xwe pêş xistiye. Mustafa Kemal bi xwe jî, hinek li ber xwe da, lê belê nekarî tiştek bike. Li hemberî wan li ber xwe dayin, ne rehet e. Berê digotin 'kesekî ku ne mason be, nikare bibe rêveber. Ez vê gotinê diguherînim û dibêjim; 'kesê kapîtal tekel nebe, wê nikaribe dikanek jî veke'.

Ocalan bal kişand ser planeke dîrokî ya derbarê gelê kurd de û got: 'Bi salane dixwazin hemî kurdan bi Iraqê re girê bidin. Sedema hewldanên min tasfiyekirinê jî girêdayî vê planê ye. Bingeha hemî kurdan bi Iraqê re girêdanê jî, di sala 1920'î de bi Konferansa Kahîreyê hate avêtin. Di wê konferansê de bi awayekî hostayî, ji bo pirsgirêka kurd li Rojhilata Navîn bêçareserî bihêlin li hev kirin. Di wê konferansê de biryara Kerkuk û Musul girêdayî Iraqê dan. Li gel hemî hewldanên polîtîk yên Mustafa Kemal, bi riya kurdan Kerkuk û Musul ji Tirkiyê qut kirin. Ev plan îro jî hê dewam dike. Emerîka, Îngilistan û Îsraîl, dixwazin bi riya kurdan, hemî welatên herêmê bikşînin ser xeta xwe. Li Iraqê bi riya kurdan rejîma Sadam Huseyîn têk bir'.

Ocalan da zanîn ku heman hêz niha jî dixwazin hema rêbazên li Îranê bikarbînin û got: 'Emerîka, ji bo têkbirina rejîma Îranê, Başûrê Kurdistanê wekî baregehek dibîne. Bila ev şaş neyê fêmkirin. Ez ne li dijî destketiyên Başûrê Kurdistanê me. Di demên dawî de, Îran şerê mayin û mirinê dimeşîne. Ji ber vê pir talukeye. Lewma kesên koçber bûne, dikarin li cihên bi ewle bi cih bibin. Divê Neteweyên Yekbûyî jî, alîkariya koçberan bike û wan bibe cihekî bi ewle.

Ocalan anî ziman ku, tiştên anîn serê Iraq, tiştên hewl didin bînin serê Îranê, wê heman tiştan bînin serê Tirkiyê jî û got: 'Heger Tirkiye, bêdestûra sermayeyê tiştek bike, wê mijara qirqirana ermeniyan bînin rojevê. Bi vê yekê wê zextan li Tirkiyê bikin. Wê ji sala 1915'an dest pê bikin. Ermenî bi xwe jî vê yekê dixwazin. Îngilîz û cihûyan di salên 1800'an de, rûm bikaranîn û dawî li çanda rûm ya 3000 hezar salî anîn. Ermenî ji anatoliya Navîn dan qewirandin. Berdirxanî bi ser ermeniyan de şandin. Suryanî dan kuştin û çanda 4 hezar salî ya asûrî tunekirin. Dûre jî Berdirxanî têk birin. Helbet kes nikara vana bike, kirinên gelên tirk. Heta haya gelê tirk jî, ji vana nîne. Berpisyariya van pêkanîna, zîhniyeta Îttîhatçiye û ev zîhniyet îro hê jî heye.

Ocalan bal kişand ser talukeya hevkarên kurd jî û got: 'Têkiliya kurdên hevkar jî, bi sermayeya navnetewî re heye. Ev ji bo berjewendiyên xwe dikarin hertiştî bikin. Ew berê jî wisa bûn, niha jî wisa ne. Hertim alîgirê hêz û berjewendiyên xwe ne. Derdorên kar ên Amedê û Odeyên Bazirganî û Pîşeyê dikarin di vê mijarê de însiyatîfek bigirin û ji bo çareseriyê rol bilîzin û li ser hukumetê bandor bikin.

Ocalan careke din bal kişand ser pêşniyara xwe ya ji bo avakirina Akademiyan û xwest ku rojek zû pêwistiya pêşniyara wî bi cih were.


< <<   >> >